Psîkoterapîst Ramia Al Jurdî: Muzîk ji bo gelek nexweşiyan dibe derman

Psîkoterapîst Ramia Al Jurdî diyar kir ku rêbazên psîkoterapîst xwe dispêrin demên berê, da zanîn ku yek ji van rêbazan muzîk e û bandoreke wê ya başkirina gelek nêzîkatiyên neyînî li ser zarokan û kesên mezin çêdike.

SÛZAN EBÛ SAÎD

Beyrûd - Stresa jiyana rojane, zextên şertên jiyanê, pirsgirêkên aborî, mirovan di aliyê ruhî de dem  bi dem demên zehmet dijîn. Di van deman de bandorên psîkolojik, ji bo werin kêmkirin, kesên pêwîstî bi terapiyê dibînin, dikarin serî li rêbazên psîkoterapîst bidin. Psîkoterapiya ku ji bo başkirina tendirustiyê tê bikaranîn, li gorî rewşa kes tê tercîhkirin û bi rêbazên cuda tê kirin. Psîkoterapîst Ramona Al Jurdî der barê rêbaza psîkoterapî û terapiya muzîkê de ji ajansa me re axivî.

‘Rêbaza psîkoterapî xwe dispêre demên berê’

Ramina Al Jurdî diyar kir ku rêbaza psîkoterapî xwe dispêre demên berê û ev tişt got: “Di dîroka Ereban de, gelek mînakên weke Al- Farabî, Al- Hindî û yên din hene. Bijîşkên Ereb û terapist, bi muzîkê li ser psîkoterapî xebitîn. Welatên rojava, bi teknîkên cuda û di demên diyar de bi muzîkê li ser tedawiya depresyonê xebitîn.” Ramona Al Jurdî da zanîn ku bi taybetî guhdarkirina muzîkên klasîk ji bo jinên ducanî bandora erênî li ser zarok dike û got: “Di dema çêbûna pitikê de, bi taybetî ji meha 4’an û şûnde dest bi bihîstina deng dikin. Di meha 7’an de jî rîtmê hîs dikin. Ji ber vê girîng e dayik di vê demê de guhdarî muzîkên klasîk bikin.”

‘Muzîk bandora fîzîkî psîkolojîk û ruhî dike’

Ramina Al Jurdî diyarkir ku muzîk bi awayek fîzîkî, psikolojik û ruhî bandorê li kes dike û wiha got: “Dengê deryayê û bi giştî weke dengê xwezayê frenkansa 440 hertz (lerizandina akor a di saniyê de ye) yek ji dengê herî zêde bandorê li mirovan dike ye. Her mirov ji dengê deryayê hez dike. Ji ber 440 hertz rasterast bandorê li mejî dike û arambûnê çêdike. Ji ber vê jî em ji xweza û dengê xwezayê hez dikin. Ji ber em parçeyek ji vê gerdûnê ne. Dema em diçin deryayê bi awayek otomatîk em bi aram dibin.”

‘Di terapiyên şexsî û komî de encamên erênî hatin girtin’

Ramnona Al Jurdî bal kişand ser xebatên ku li ser hinek encamên îstatîstîkan kirine û ev tişt anî ziman: “Di vê qadê de min du rêbaz bi kar anîn. Terapiyên kesî û komî. Zarokên ku şerm dikirin hebûn, ji bo kêmkirina şerma wan, min di nava komê de  ji bo bi hev re bibin yek pêk bînim min terapiya komî kir. Bi taybetî di zarokan de di rewşa êrişkirinê de bi giştî ez arasteyî terapiya komî dikim. Di terapiyên komên zarokan de her bûyerê em dişopînin, çavdêrî dikin, analîz dikin û di demên cuda de bi teknîkên diyar min aresteyî terapiyên şexsî kir. Min bûyerên otîzm, hiperaktiv û kêmaniya baldariyê, êrişkirina bi gotin û fîzîkê şopand. Min di van bûyeran de ncamên baş girt. Di şertê ku ji aliyê pisporan ve were teşîskirin di navbera temenê 3 û 7 salî de divê terapî werin destpêkirin. Bi vê rêbazên êrişkirin di temenê nûgihîştinê û mezinan de dikare were tedawîkirin. Lê belê di destpêkirina temenê zarok de wê encamên baştir werin girtin.”    

 ‘Tedawiya terapiya muzîkê dikare were kirin’

Ramona Al Jurdî destnîşan kir ku jinên di depresyonê de divê zêdê dermanên rehetbûnê û noroleptîk ku zêde bandora wan heye negirin û got: “Li gorî min di tedawiya depresyonê de ya herî baş muzîk e. Niha li Lubnanê bi teknîkên muzîkê despresyon, DEHB (di zarokan de kêmaniya dîqetê û xirabûna hiperaktivîte) êrişkirin û di hinek bûyerên spektrumên otîzmê de pisporên ku tedawî dikin hene. Nexweşên penceşêrê jî bi riya muzîkê tedawiya wan dê hêsantir bibe. Her roj dikarin guhdarî muzîkê bikin û muzîkên ku em ji wan hez dikin dikarin hilbijêrin. Bi vî awayî hormonên di bendena me de tên guherîn. Adrenalîn, seroton û dopamîn, hemû hormonên di bedena me de weke hormonên kêfxweşiyê û hormonê coşê tên qebûlkirin.”