‘Îsraîl bêyî ragihîne li Refahê dest bi êrişê kir’

Wezareta Karên Derve ya Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê bêyî ku ragihîne, li bajarê Refahê ji kesê destûr negirt û dest bi êrişê kir.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Karên Derve ya Filistînê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku Îsraîl li bajarê Refahê yê li başûrê Zîvala Xezayê bêyî guh bide hişyariyên navneteweyî dest bi êrişên hewayî kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em êrişên hewayî yên bi xwîn û êrişên bi sîstematîk ên hilweşîner bi tundî şermezar dikin.”

‘Bêyî ku agahî bide êriş kir’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê şeva din li Refahê dest bi êrişa hewayî kiriye û hejmarek zêde ya Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û wiha hat gotin: “Îsraîlê li dijî bajarê Refahê dest bi êrişan kir û ji bo ji bertekên navneteweyî dûr be bêyî ku agahî bide û ragihîne êriş kir.”

Jiyana zêdeyî milyonek mirovan ji nedîtî ve hat’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi wê yekê jiyana zêdeyî milyonek mirovên ku xwe spartine bajarê Refahê ji nedîtî ve hatiye û guh nedaye banga navneteweyî. Balkêş e ku ev êriş rastî dema hevdîtina Wezîrê DYA’yê Antony Bilinken û Erebistana Siûdî û Misirê were kirin  hat. 

Balafirên şer ên Îsraîlê, şevê din êrişê herêmên cuda yên bajarê Refahê kir, di nav de zarok û jin, 14 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde jî birîndar bûn.