Îdianameya der barê Şebnem Korur Fincanci de temam bû

Di îdianameya der barê Seroka TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci hat amadekirin de heta 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.

Navenda Nûçeyan - Der barê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci ya ku ji ber daxuyaniya li dijî bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk ji aliyê desthilata AKP û MHP’ê ve hedef hatibû nîşandan û piştî binçavkirinê hatibû girtin, îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji bo Şebnem Korur Fîncancî heta 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin de, hat destnîşankirin ku der barê Şebnem Korur Fincanci de ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Hiqûqî ya Wezareta Parastina Neteweyî ve 20'ê Mijdarê bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" serlêdana sûc hatiye kirin. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku axaftina Şebnem Korur Fincanci ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî weke "hêmaneke xurt a sûc e" û derbarê wê de ji salek 6 meh heta 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.