Êzidî li Şengalê Cimaya Şêxmend pîroz kirin

Cejna Cimaya Şêxmend li gundê Dirêcê ya Şengalê hat pîrozkirin. Êzidiyên ku tev li cejnê bûn ji bo şervanên ji bo azadiya Şengalê jiyana xwe ji dest dan û jinên Êzidî ku hê jî di destê çeteyan de ne di nav Qûba Şêxmend de find pêxistin û dia kirin.

Şengal – Civaka Êzidî bi xwedîderketin û pîrozkirina cejnên xwe çanda xwe diparêze. Yek ji cejna girîng û pîroz a êzidiyan jî Cejna Cimayî ye. Her sal bi rê û resmên Cimayî hemû qûb ango peresgehên Êzidiyan tên ciwankirin (nûkirin) û ev jî bi rê û resmên olî yên ku du rojan dikişînin pêk tê.

Her sal di dawiya meha nîsanê de civaka êzidî cejna cimaya qûba Şêxmend pîroz dikin. Ev cejn bi pêşengtiya eşîra Simoqiyan tê gêran û ji tevahiya Şengalê êzidî ji bo pîrozbahiyê berê xwe didin Gundê Dirêcê.

Îsal jî pîrozbahiya Cejna Cimaya Şêxmend li 25’ê Nîsanê dest pê kir û îro di roja duyemîn de cimaya bi siwarkirina Perî û Hilêla Qubê bidawî bû.

Piştî seatên nîvro Perî û Hilêla Qubê li ber dengê def û şibêba bi kelecanek mezin û bi beşdariya bisedan kesî ve hatin siwarikirin. Êzidiyan ku beşdarî cimayê bûn ji bo şehîdan û jin êzidî ku hê jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne di nav Qûba Şêxmend de find pêxistin û dia kirin.

‘Bihêviya ku em her sal bên cimayê’

Derbarê cimayê de Îlxan Xelef û Emşê Elî ji ajansên me re axivîn û cejnê li her kesî pîroz kirin.

Îlxan Xelef diyar kir ku salên berê cejn hîn xweştir bûne ji ber ku dilê wan rehet bûye û wiha got: Cimayekî xweş e û bihêviya ku em her sal bêne cimayên xwe. Xweda xweşiyê û aramiyê bide hemû mirovahiyê. Şêxmend rehmê li hemû kes û karên me bike û biparêze. Berê jî cimayê me xweş bûn û niha jî xweş in. Lê berê xemên me ne ewqas zêde û derdbûn, ji bo wê jî berê xweştir bû. Lê dîsa jî em wê xweşiyê dijîn û belavî dilê her kesî dikin.”

‘Bihêviya bibe cejna xêr û xweşiyê’

Emşê Elî jî cejnê li hemû têkoşerên azadiyê û dilxwazên Êzidiyan pîroz kir û ev nirxandin kir: “Cihê kêfxweşiyê ye îro em hemû miletê êzidî kom bûne û rêûresmên xwe pêk tînin. Piştî fermanê êzidiyên me bi ser xwe ve hatin û cimayên xwe pîroz dikin. Şêxmend xwedanê me ye, duaya wî ji her kesî re hebe înşeleh. Şêxmend paşayê Helebê bû û em çend behs bikin wê kêm be. Bihêviya ku deriyekî xêrî li ber hemû êzidiyan vebe û her kes di nava aramî û aştiyê de bijî. Ez vê cejnê li YJŞ, YBŞ û gerîlayên li serê çiya têdikoşin pîroz dikim. Bihêviya bibe cejna xêr û xweşiyê û hemû êzidiyan û kesên ku ji bo Êzidiyan têkoşin bi ser bixîne.”

Hêjayî bibîrxistinêye, her sal bi rê û resmên Cimayî hemû qûb ango perestgehên Êzidiyan tên ciwankirin (nûkirin) û vêya bi rê û resmên olî yên du rojan dikşînin pêktên.