Êrîşên Îsraîlê ên li ser Zivala Xezayê berdevam dike

Di êrişên îro yên artêşa Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê pêk anî de 10 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha bênavber berdewam dikin. Ajansa fermî ya Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku di êrişên îro yên artêşa Îsraîlê li dijî bajarokê Ebasan ê rojavayê Xezayê, bajarokê Qerare yê rojhilatê Xan Yûnis û rojavayê Refahê pêk anî de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya WAFA’yê; tîmên tenduristiyê li bajarokê Ebasan gihîştine 4 cenazeyan û 3 birîndaran rakirine. Her wiha da zanîn ku 4 cenazeyên din ji herêma Xirbe Edsê yê Refehê birine nexweşxaneyên Xan Yûnisê.

WAFA’yê destnîşan kir ku balafirên şer ên Îsraîlê li kampa Nisêrat a naverasta Xezayê mala malbata Zeqzûq bombebaran kir û di encama bombebaranê de kesek jiyana xwe ji dest da û hinek kes jî birîndar bûn. WAFA’yê diyar kir ku di êrişa li kolana Nefeqê ya li Xezayê de kesek hat kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku ji destpêka şerê Îsraîlê û Hemasê ve zêdeyî 38 hezar û 665 Flistîniyan jiyana xwe ji dest dane.