"Li hemberî jinan tirsekê mezin a dijmin heye, lewra hedefa wî ya sereke jin in"
Konferansa Navnetewî ya Jinên Iraqê bi nîqaşên girîng berdewam dike. Beşdarvanên konferansê destnîşan kirin ku di jenosîda 3’ê Tebaxa 2014’an de jin hatin hedef girtin, lê êdî jinên Êzidî xwedî rêxistin in û lewra ne weke berê ne.
EVÎN ZENDA/EMÎRE ŞENGAL
Bexda – Konferansa Navnetewî ya Jinên Iraqê ya bi dirûşma "Bi vîna azad a jinan em ê li hemberî jenosîda li ser Şengalê Têbikoşin" bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) tê lidarxistin bi nîqaşên girîng didome.
Jinan di konferansê de dan diyarkirin ku êrîşên qirkirin û qirkirina jinan ên li ser Şengalê yên 3’ê Tebaxa 2014’an di dilê me hemûyan de birîneke xedar vekirin. Em van êrîşan bi taybetî yên li dijî jinên Êzidî wekî êrîşên li dijî hemû jinan dinirxînin. Em ê li dijî zayendperestî, neteweperestî, mezhebperestî û olperestiyê bi taybetî jî zayendperestiyê têkoşîneke karîger bimeşînin.
Der barê zor û zextên ku li ser jinan li Îraqê û bi teybetî jî jinên Êzidî pêk tên de, Buşra Ebul Îs Berdevka Kombûna Jinan ê Sivîl li Iraqê ji ajansa me re axivî û got: "Jin bi giştî di nava Iraqê de û bi giştî di nava Rojhilata Navîn de rastî gelek zor û zehmetiyan tên gelek car jî jin rastî destdirêjiyê tên. Ji ber ku di şerên li herêmê rû didin de jin dibin xenîmet û hedef tên nîşandan. Fermana ku jinên Êzidî di 3'ê Tebaxê de rast hatin hemû jin jî di bin xeteriyê de bûn ne tenê yên di Şengalê. Tevgera Jinên Iraqê jî di nava kar û xebatan de ye ji bo meşrûkirina qanûnan ji bo parastina mafên jinan. Di nava destûra Iraqê de jin û zilam wek hev in lê pirsgirêk partiyên heyî ne yên ku li ser desthiladariyê kar dikin. Eger di roja me ya îro de hukumet hebûya pêwîst nedikir ku tevgerên din karekî bikin lê ji ber ku hukumeta Iraqê û ya herêmê jî bi rol û misyona xwe ranabin em jî mecbûr in mafên xwe biparêzin."
“Em heta dawiyê piştevanên jinên Êzidî ne”
Buşra di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser armanca vê konferansê û wiha domand: "Hedefa me ji vê konferansê ew e ku jinên Iraqê û herêmê û heta Ewrupayê jî bînin gel hev û guftûguyê bi pêş bixin. Bê ferq û cudahî di nava alî û mezheban de jî vê yekê nîşan dide ku îro hemû jinên Iraqê piştevaniya jinên Êzidî dikin. Rast e di nava destûrê de xala ku mafên jinên Êzidî biparêze heye lê mixabin tenê li ser kaxezê maye. Em jî daxwaz dikin ku xala ji bo parastina jinên Êzidî hatiye diyarkirin pêk were û têkeve meriyetê."
Berdevka Kombûna Jinan a Sivîl li Iraqê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Projeyên me ji bo jinên Êzidî hene, em ê her piştevaniya jinên Êzidî bikin. Em weke kombûna jinên sivîl ên Iraqê gav paşve navêjin û em ê piştevaniya jinên Êzidî bikin heta mafên xwe bi temamî bi dest dixin. Bûyerên ku li Îraq û Sûriyeyê diqewimin, nahêlin ku jin zêdetir bibin xwedî hêz û îrade. Ev ne tenê pirsgirêka jinan e pirsgirêka hemu civakê ye. Pêwîst e weke jin em vê rewşa heyî binirxînin û karê xwe berdewam bikin. Ji bo em bikaribin weke jin li hemberê her êrîş û zextê bisekinin mînaka vê jî jinên Êzidî ne."
“Bi vîn û îrade em ê bi ser bikevin'
Mamosteya zankoyê mamoste Şadiye jî bal kişand ser girîngiya vê konferansê û wiha pêde çû: "Ev konferansa ku niha tê lidarxistin der barê qirikirina ku li ser jinên Êzidî hatiye kirin de ye her wiha hewldanên çareserkirina dubarenebûna vê qirikirinê li ser jinan bi vîn û îradeya jinên Êzidî ye. Pêwîst e jin bi tevahî hêza xwe hewl bidin xwe biparêzin û ji nu ve xwe ava bikin çi jinên Êzidî, çi jinên Ereb. Ji ber ku hemû hewldanên desthiladaran ew in ku hêza jinan tune bikin."
“Dijmin ji hêza jinan ditirse”
Berpirsa Tevgera Jinan a Rûsyeyê Culêtê Aram jî diyar kir kû pêwîst e jin bibin xwedî hêz û îrade da ku hemu zextên ku li ser wan pêk tê têk bibin. Culête got: “Di serî de silav û hezkirinên xwe ji hemu jinan re rêdikim. Em di vê baweriyê de ne ku ev konferans bi serkeftî derbas bibe. Ez vê konferansê li tevahî civaka Kurd û bi taybetî jî civaka me ya Êzidî pîroz dikim. Em jî weke civaka Êzidî hêvî dikin ku armanca me ya herî esas bibe wesîleya yekitiya me. Bi sedan salan e em di bin zor û zextê de ne îro jî ew dem hatiye ku em yekitiya xwe ava bikin û xwe biparêzin. Pêwîst e her kes vê jî bizane jinên Êzidî ne yên berê ne. Em hatine perwerdekirin û birêxistinkirin. Wê fikir û felsefeya Rêber Apo me ber bi serkeftinê ve bibe û ev ferman jî wê bibe fermana dawî. Sedema ku dihêle jin di her qirkirinekê de bibin hedef ji ber pêşengiya wan a civakê ye. Ji ber dijimin jî tirseke mezin dijî li hemberî hêza jinan lewma jî hedefa wî ya sereke hêza jinan e."