Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 509’emîn de ye.
Malbata Şenyaşar ji ber ku îro dawiya hefteyê edliyeyê girtî ye, nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê bi hashtaga “#ARTIKDURDIYORUZ” ev parvekirin kir: “Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye. Berxwedana wê ye ku edaleta li Rihayê hatiye binaxkirin dîsa ji wir derxînin. Dê dîrok kesên malbata min li nexweşxaneyê qetil kirin û ev 4 sal in kurekî min di hefsê de dihêlin ji bîr neke.”




