Jinên Iraqî yên li kampa Holê: Bi operasyonê re aramî hat kampê

Jinên penaber ên Iraqê ku di Kampa Holê de dijîn der barê qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku di roja xwe ya 14'an de didome axivîn û gotin ku ev operasyon li kampê aramiyê ava dike.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Li dijî şaneyên DAIŞ'ê ku di Kampa Holê ya bi 45 km. dikeve rojhilatê bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û QSD'ê qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 25'ê Tebaxê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 14'an de didomînin. Di kampê de xebatên lêgerînê ji aliyê hêzan ve tê berdewamkirin, destpêkê malbatan ji konan derdixin dibin cihekî bi ewle paşê kon bi kon tên kontrolkirin û xebatên lêgerîneke baş lê tên meşandin. Li gorî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de dane, di encama lêgerîna roja 13'an de 25 endamên şaneyên DAIŞ'ê hatin girtin, di nav wan de 9 jin hebûn û 7 konên ku şaneyên DAIŞ’ê ji bo perwerdekirin û îşkencekirinê bi kar dianîn, hatin rakirin. Her wiha 4 cercûr û cebilxaneyên kaleşnîkovê, 4 çenteyên leşkerî û memoreyek dosyeyan (Hard) ên ku di bin erdê de veşartibûn, hatin desteserkirin.  

Der barê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de jinên penaber ên Iraqê nêrînên xwe anîn ziman.

Xewla Salih ji Selahedînê bajarê Iraqê ye, ji sala 2017'an ve li Kampa Holê dimînin. Xewla Salih wiha ji me re behsa rewşa kampê û sûdên operasyonê ji bo wan kir: "Rewşa kampê baş e lê ger ku ew bûyerên qetilkririnê çênebin. Yek ji sûdên vê operasyonê ew e ku aramî dan çêkirin û serwerkirin êdî em rihet radizên. Tirsa me kêm bûye. Dema ku heval û hêz hatin aramî di dilê me de çêbû, êdî her serê sibehê em bêyî agahiya kuştina kesek çavên xwe vedikin. Her sibeh me dibihîst ku sûcekî kuştinê çêbûye."

"Bi êvaran dengê guleyan tê di berbangê de jî kuştiyan dibînin"

Jineke din ku bi çarşefa reş hatiye pêçan, tenê çavên wê xuya dikin navê wê Edla Ebid ji Iraqê ye wiha axivî: "Di saetên êvarê de em dengê guleyan dibihîsin jê diyar dibe ku kesek hatiye kuştin. Piştî ku berbang tê û êdî roj derdikeve em kesên kuştî dibînin."

"Di newalan de wan dikujin"

Zarokekî 9 salî yê li kêleka Edla ye diaxive bersiva me dide ku li ku derê tên kuştin dibêje: "Kesên ku dikujin davêjin newalê. Destpêkê DAIŞ’î destên wan girê didin paşê wan dikujin."

"Dema dewriyeyên hêzên ewlekariyê dibînin aramiyeke zêdetir hîs dikin"

Dîsa me berê objektîfa xwe da Edla Ebid û got ku dema ev operasyon çêbû ew rehet bûn, ji ber kesek ji fêzekî derbasî fêzekî din nabe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Mirov bi xwe nahese ji vir derketin ber bi wê ve çûyîn, hemû jî şane ne. Dema ku em dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibînin aramiyê zêdetir hîs dikin."

"Gefa kuştinê li min xwarin"

Dema ku me jê pirsî tu rastî gefa kuştinê hatî gelo? Got: “Min nede şermê.” Min got teqez tu rastî gefeke wiha hatî wê jî serê xwe hejand û got: “Belê, rast e.” Paşê Edla got: “Gefa kuştinê li min xwarin û xwestin kurê min ji min bistînin û wî bikujin lê min nizanibû sedem çi ye. Yên ku hatin kurê min serjê bikin hemû jî çek di destên wan de bûn. Paşê dema ku xetere zêde bû, min kurê xwe ji kampê derxist û bir cihekî bi ewle. Em hemû jî spasiya hêzên ku hatin vir me biparêzin dikin û dixwazin me ji wan kesan xilas bikin. Li vir sûc pir in, DAIŞ ji aliyekî ve û tolên êlan ji aliyekî din ve çi bibêjî dikin. Lê niha me aramiyê hîs kir."