Çawişê pispor ê êrişa zayendî li 2 zarokan kir hat girtin

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê çawişê pispor E.K. yê êrişa zayendî li 2 zarokan kir, hat girtin.

Mêrdîn – Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê çawişê pispor E.K. yê êrişa zayendî li 2 zarokan kir hat girtin. Li gor agahiyên hatin girtin zarok êrişa zayendî ya rû bi rûyê wê mane ji malbata xwe re gotine.

Li ser giliyê malbatan E.K. hat binçavkirin. E.K. yê piştî lêpirsîna wê ya li dozgeriyê sewqî Dozgeriya Sulh a Nisêbînê hat kirin ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya li dijî zarok’ hat girtin.