Çavdêra Jîngehê: Divê ewlehiya karker û xwediyên kar bê pêkanîn

Çavdêra Jîngehê Perwaz Muhsîn dibêje: “Divê ewlehiya karker û xwediyên karan bê pêkanîn. Her wiha avakirina jîngehê tenê bi karê parastin û kel û pelan nabe. Pêwîstî bi çanda rêzgirtina zagon û hevkariya di nava karmendan de heye.”

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Di demekê de cihê kar ji bo gelek welatiyan cihê rojane yê jiyanê ye. Lê belê hinek caran dibe çavkaniya metirsî û pirsgirêkên tenduristiyê. Bilindkirina asta hişyariyê li ser tenduristî û silametiya li cihê kar bûye pêwîstiyek girîng. Ev mijar ne tenê têkilî bi parastina karkerane, bandora rasterast li ser berhemên kar û aramiya civakî dike.

Agahî û daneyên bi hûrgîlî derbarê karker û karmendan li Helebce bi awayek giştî nehatiye belavkirin û gelek caran daneyên fermî ber dest nakevin. Lê belê li gorî bingehên çavkaniyên ne fermî, hertim hêza kar tê guhertin.

*Daneyek giştî ‘nêzî’ hejmara rûniştvanên Helebce: Nêzî 120-150 hezar kes

*Rêjeya hêza kar (karker): Nêzî ji sedî 35-45 daketiye

*Rêjeya bêkariyê: Nêzî ji sedî 12-18 ye (li gorî giştî herêmê)

Dabeşbûna karkeran li gorî beşan

*Çandinî (sewalvanî û zevî)

* Nêzî ji sedî 25-35

* Bi taybet li gundan û herêmên çandiniyê

-Kargehên hikûmî û fermanberayetî

* Nêzî ji sedî 30-40

*Yek ji qadên herî mezin ên kar

- Pîşesazî û karê dest

Wek; Cotkar,marangoz, hesinvan, dirûn

* Nêzî ji sedî 10-15 ye

-Bazirganî û xizmetgozarî

*Nêzî ji sedî 15-20

*Froşgeh, market, hilgirtin û tehmîrat

(Karê dest)

* Hejmara wan nêzî 5000-8000

*Piranî bivî awayî ye:

*Karên çêkirina kel û pelan (dar hesin)

* Çêkirina erebeyan

*Dirûna cilan

*Karên bînesazî

Çavdêra Jîngehê Perwaz Muhsîn ji ajansa mere axivî û wiha got: “Gelek bûyerên li cihê kar ku nayên xwestin, ji ber kêm hişyarî û nebûna tedbîrên pêwîst e. Divê rêveber û sazî girîngiyek zêde bidin perwerdeya karker û fêrkirina wan li ser rêyên parastina xwe wek agahdarkirina ji bo hişyarkirina xwediyên karan. Hişyariya herî biçûk dikare jiyana xebatkarek an jî karmendekê bi parêze, agahdarkirin û hişyarî bingehê ewlehiyê ye. Ji ber di roja mede dema mirov di xebite, gefa herî girîng jiyana mirovan rizgar kirine. Bi vê wesîleyê em di wê hêviyê dene, bibe hişyariyek baş û bi bîrxistinek girîng. Ger ên kar didin hê zêdetir baldar bin, di mijara tenduristiya kar û ewlehiya pîşe de wê hîn hişyartir bibin.”

‘Rênîşandan, yek ji erkê meyê pîşekî yê çavdêrane’

Perwaz Muhsîn da zanîn ku xala sereke wek çavdêrên jîngehê ewe ku rê nîşanî xwediyên kar bidin û wiha got: “Di dema çavdêrîkirinê de, her tişta me dît ku bandorê li ser jiyana karmendan û ser tenduristiyê dike di aliyê kîmyewî, fîzîkî, mekanîk, kar li ser dikin û ew rê nîşana xwediyê kar didin. Em jêre dibêjin ku çi zêde bikin, an jî kijan zêdehiyan rakin û em dixwazin xebatkar di mijara tenduristiyê de hişyar bin. Ev rewş li gorî kar û qada xebatê tê guhertin. Her cihê kar pêwîstiyên cûda û daxwazên pêwîst divê werin pêkanîn. En kar didin û heta niha em li gel di xebitin, ji bo tedbîrên pêwîst pêkbînin me hewl da. Em di wê hêviyê de ne karker di şertên bi ewle de bixebitin.”

‘Qadek bi ewle a kar, pêwîstî bi çanda rêzdariyê heye’
Perwaz Muhsîn destnîşan kir ku girînge ku ji bo xebatkaran ekîpmanên pêwîst were pêkanîn û fêrî wan bikin ku vana çawa bi karbînin û wiha got: “Divê hem karker ham jî xwediyên karan baldar bin, divê herdu alî jî ji bo bi ewle û bê pirsgirêk be bi hevre xebitîn şerte. Avakirina qadek bi ewle ya xebatê, tenê bi amûr û ekîpmanan ne gengaze. Pêwîstî bi çanda rêzdayîna zagonan û hevkariya di nava xebatkaran de heye. Dema her kes xwe wek parçeyek a vê berpirsyartiyê bibîne, dê asta ewlehiyê bi awayek berbiçav bilind bibe.”

Perwaz Muhsîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li cihê kar zêdekirina hişmendiya ewlehiyê, divê wek veberhênên demdirêj were dîtin. Ev hem dikare jiyana mirovan bi parêze, hem jî destekê dide pêşketina hilberîn û aboriyê. Qadek bi ewle ya kar, bingehê civakek bi tendurist û bi hêz e.”