Got ‘şantaj li min tê kirin’ qereqolê ew nedît: Li Zanîngeha Bitlîs Eren çi diqewime?

Li Bedlîsê xwendekarek jin a zanîngehê, rastî şantaja dîmenên ku bi hişê çêkirî hatine çêkirin hat. Serî li qereqolê da, lê belê giliyê wê hat piştguhkirin û berovajî wê, jê re gotin “wêne parve neke, li dersên xwe binhêre.”

 MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Bidlîs – Zêdebûna sûcên zayendî yên li dijî xwendekarên keç ên zanîngehê, balê dikşîne û her roj sûcek din li van sûcan zêde dibe.

Li Muglayê Pinar Gultekîn, li Dêrsimê Gulistan Doku, li Wanê Rojîn Kabaîş û gelek xwendekarên din ên jin ku me navê wan nejmartiye, di encama negirtina tedbîrên pêwîst a tundiya mêr-dewletê û polîtîkayên bêcezahiştinê de, ji jiyanê tên qutkirin.

 Rastî şantaja sîstematîk hat, li edaletê digere

Ji bo xwendekarên jin ên zanîngehê hê edalet nehatiye pêkanîn. Xwendekara zanîngeha Bîtlîs Eren a 21 salî Zeyneb (ji ber ewlehiyê navê xwe guhert) heman rewş jiya, diyar kir ku ji 2023’an ve rastî şantajê tê û li edaletê digere.

Zeyneb da zanîn ku di sala 2023’an de hê 18 salî bû, li ser hinek wêneyên wê bi awayên cûda hatiye lîstin û rastî şantaj û gefan hatiye. Zeyneb, diyar kir ku wêneyên wê ji hesabê wê yê Instagramê hatiye girtin, bi rêya hişê çêkirî wêneyê wê vegerandine naverokên zayendî û wiha got: “Ev kes li benda min mabû ku bibim 18 salî, ji ber gefa yekem di roja rojbûna xwe de min girt. Bi van wêneyên ku ne rast in, li ser hesabek medyaya dijîtal ku ez nas nakim gef li min hate xwarin. Xwediyê hesabê ji min xwest ku ez wêneyên xwe yên tazî bişînim, ger neşînim gef li min xwar ku wê van wêneyan belav bike. Ez tirsiyam û min hemû hesabên xwe yên medyaya dijîtal girt.”

Zeyneb anî ziman ji tirsa ku derdora wê jê bawer nekin ku ev wêne bi hişê çêkirî hatî çêkirin, demek dirêj di nava tirsê de jiyaye û serî li tu saziyek fermî nedaye. Zeyneb ragihand ku şantaj demekê sekiniye û wiha pê de çû: “Min nexwest ku li bajarek biçûk wek xwendekarek zanîngehê ev bûyer belav bibe. Belkî jî mirov dê piştî wêneyên hatine parvekirin, mafê ku min tacîz bikin di xwe de bidîtana. Ji ber vê ez tirsiyam û min pêvajoya hiqûqî neda destpêkirin.”

‘Gef dîsa destpê kir’

Zeyneb da zanîn ku demek dirêj medyaya dijîtal bikar neaniye û piştre hesabên xwe dîsa vekiriye, piştî 3 salan di sala 2026’an de dîsa bi heman awayî gef lê hatiye xwarin. Zeyneb diyar kir ku dîsa ji hesabên cûda peyam girtiye û ji aliyê kes-kesên ku digot di destê me de wêneyê te hene ve, gef lê hatiye xwarin û wiha domand: “Ez fikirîm ku tiştek wisan nîne, wêneyê min ne di destê wan de ne. Fikirîm ku di ser dema ku van kesan xwe gihandine min re gelek dem derbas bûye û ew wêne jê birine. Piştre min telefona xwe kontrol kir. Min li peyamên xwe yên berê, hesabên xwe yên medyaya dijîtal nihêrt. Min fêm kir ku ev heman kes e.”

Zeyneb got ku vê carê di hesabên ku li ser navê wê hatine vekirin de, wêneyên bi naverok zayendî ku bi hişê çêkirî hatî amadekirin, hatine weşandin û qina got: “Gef li min xwar ku ger ez pê re têkiliya zayendî daneynim, dê wêneyan ji nasên min re bişîne. Lê belê bi tu awayî min tiştek qebûl nekir. Ji ber ger ez bi wî kesî re tiştek fîzîkî û dijîtal bijîm, dê dewama wê were. Dawiya van gefan nîne. Wê gefxwarin dom bikira.”

‘Gelek jin rastî heman gefan tên’

Zeyneb da zanîn ku hemû hesabên medyaya dijîtal yên pê gef lê dihat xwarin sexte ne û ji wê rojê heta niha herî kêm 10 hesabên sexte xwe gihandine wê û heman gef gelek xwendekarên din ên keç ên zanîngehê jiyane. Zeyneb ragihand ku li ser weşandina wêneyan xwestiye here qereqolê û gilî bike û ev agahî dan: “Ez çûm yekîneya Têkoşîna bi Sûcên Sîber re. Ji min re gotin ‘em nikarin tiştek bikin, niha cezayek bigre jî dê piştî 3 salan were bikaranîn, piştî 5 salan jî dibe, ev jî heta em kes û kesan bigrin dê bi mehan bigre.’ Wek ku bixwazin ez dev ji giliyê xwe berdim axivîn. Bi ti awayî girîngî nedan. Û derbarê giliyê min de ti kar û bar nehate kirin.”

Li qereqolê tiştek nekirin şîret kirin: Gotin ‘wêneyê xwe parve neke’

Zeyneb destnîşan kir ku ji qereqola ku ji bo gilî çûye, polîsan jê re gotiye; ‘here dersên xwe bixebite piştre tu dê dîsa werî. Ger tu rastî tacîzek fîzîkî hatî wê demê were.’ Zeynep da zanîn ku polîsan piştre gotine ‘divê em medyaya dijîtal bi baldarî bi kar bînin, em xwe teşhîr nekin, divê em bi awayê ku ruyê me tam xuya bike parve nekin’ û wê sûcdar kirine.

Baro dê gilî bike

Zeyneb diyar kir ku ew bi fikara ku kiryarê tacîz xwe bighîna malbata wê û hesabên medyaya dijîtal ên hevalên wê û da zanîn ku dê bi rêya parêzerên navenda Mafê Jinan a Baroya Bidlîsê li dozgeriyê serlêdana sûc bikin.  Zeyneb da zanîn ku îhtimala ku wêne di destê kesekê zêdetir de hebe, heye û bal kişand ser mexdûriyeta ku dema ev pêvajo dirêj bike bijî û wiha got: “Polîsan got em nabînin, em adresa IP nabînin. Hatina wan adresên IP ya ji Emrîkayê ewê demeke dirêj bigre. Heta 3-4 mehan jî diçe.” Zeyneb diyar kir ku ev pêvajo jinên ciwan bêzar dike. 

‘Newêrim derbikevim derve’

Zeyneb pêvajoya ku jiyan kiriye, wiha anî ziman: “Ez çend caran çûm psîkolog. Pêvajo ji bo min gelek zor bipêş dikeve. Ji ber ku ez nikarim bi tena serê xwe herim derek. Ez difikirim ‘gelo dê tiştek bibe? Gelo dê yek min tacîz bike? Ez pir dernayêm derve. Bi heman awayî heman kes jiyana xwe didomîne û ez bawer dikim ku vê li gelek jinên din dike. Ji ber tiştên ku dike gelek profesyonel e. Bi taybetî jinên ji 18 salî mezintir hildibjêre. Ji ber dema em ji 18 salî biçûktir bûna, ewê mîna destdirêjiya li hember zarokan bihata dîtin û belkî pêvajo leztir bipêş biketa.”

Zeyneb da zanîn ku li zanîngeha Bitlîs Eren, bûyerên tacîzê ên ku ser wan hatine girtin hene û wiha got: “Gelek havalên min ên ku ez dizanim rastî tacîzê hatine hene. Hinek jê heta zanîngeh xilas dibe rastî tundiya fizîkî û zayendî tên. Gelek jê bi dîmenên bi zorê hatin girtin, gef lê tên xwarin. An jî jinên ku bi awayekê araq û tiryakê didinê û rastî tecawîzê tên hene. Ez dixwazim ev hemû werin bihîstin. Ger ez, hevalên min an jî jinek qet nas nekim girîngî nede û ceza ne tund bin, ji xwe wê ev kes sûcên xwe bidomînin. Di destpêka zanîngehê de wêneyên jinan tên girtin û heta jiyana perwerdeyê bi dawî dibe gef li wan tê xwarin.”

Bang li havalên xwe yên zanîngehê kir: Hûn jî deng derxin

Zeyneb da zanîn ku di nava salekê de zêdeyî 10 jinên ku rastî şantaja dîmen û wêneyan hatine ber bi xwekuştinê ve hatine kişandin û herî dawî ev bang kir: “Ez dixwazim jinên ku li zanîngehê rastî heman gef û tacîzan hatine, biaxivin. Ew wek yek kesê nikarin dengê xwe bidim bihîstin. Ger em bibin çend kes wê hê zêdetir dengê me were bihîstin. Ji ber vê niha li vê derê ez li ser navê hemû kesan diaxivim. Ez rica dikim, yên ku mîna min mexdûr in, bila dengê xwe bilind bikin û bînin ziman.”

Navenda Mafê Jinan a Baroya Bidlîsê ku parêzeriya Zeynebê girtine ser xwe, diyar kir ku ewê derbarê tiştên hatine jiyîn û eşkerekirina kiryar û ji bo were cezakirin, serlêdana sûc bikin.