‘Çareserî bi qasî giravek dûr e’

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe dê ne pekan e ku demokrasiyek rasteqîn pêk were û wiha got: “Çareserî bi qasî giravek dûr e.”

Enqere - Nobeta edaletê ya Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo dawî anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, di roja xwe 21’êmîn de ye. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy, Mahmut Togrûl, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Omer Ocalan, Necdet Îpekyuz, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Huseyîn Kaçmaz, Zeynel Ozen, Kemal Pekoz bi dowîzên, “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” tev li çalakiyê bûn.

Meral Danîş Beştaş a di bexçeya Meclîsê de axivî diyar kir ku ramana siyasî çi dibe bila bibe divê erkê sereke ya her demokratên li Tirkiyeyê deşîfrekirina siyaseta tecrîdê be û bal kişand ser vê yekê ku heta tecrîda li Îmraliyê dawî nebe demokrasiyê nayê Tirkiyeyê.

Yekane kesê ku Tirkiyeyê ji çala krîzê derbixe Ocalan e’

Meral Danış Beştaş wiha got: “Çareserî bi qasî Girava Îmraliyê dûr e. Her kes dizane, dema ku li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin û diyalog dihatin kirin, heyama ku di pirsgirêka Kurd de çareserî û aştî dihat axaftinê bû. Niha ev hêzên ku tecrîdê disepînin dizanin ku tekane kesê ku Tirkiyeyê ji çala krîzê derbixe Ocalan e. Lê dîsa jî di tecrîdê de israr dikin. Ditirsin û dizanin heke tecrîd rabe, wê dawî li pergala wan a dizî û talanê were. Baronên şer naxwazin ku tecrîd bi dawî bibe.

Meral Daniş Beştaş, balkişand ku polîtîkayên tecrîdê li hemû qadên jiyanê tên meşandin û got, “Niha yên di şer de israr dikin, di heman demê tecrîdê de jî israr dikin. Belê, di vî warî de tu kes îmtiyazî naxwaze. Girtiyên li Îmraliyê bi awayî neheq di tecrîdê de tên ragirtin, îmtiyazê naxwazin. Vê yekê ev jî berê di her firsendê de anîn ziman. Daxwaza milyonan û me ne îmtiyaz e, pêkanîna hêmanen hiqûqê ye. Ji bo hemûyan wekhev bê pêkanîn. Pirsgirêka Kurd bi konsepta ewlehiyê ne tê çareser kirin ne tê tepîsandin, ne jî bi tecrîdê dikare encam bigre. Tenê dikare taloq bike û li demê belav bike û dibe ku bibe sedema zêdebûna pirsgirêkan.Divê Îmrali bê girtin û tecrîd biqede.”