Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî didomin

Piştî qetilkirina Jina Emînî serhildanên ku li Rojhilat Kurdistanê û Îranê despêkiribûn di meha 5’an de didome. Gel derengiya şevê kolanan naterîkînin.

Navenda Nûçeyan – Jina Emînî ya ku ji aliyê ‘polîsên ehlaqê’ ve hatibû binçavkirin û bi îşkence rûbûrû mabû, di 16 ‘ê îlonê 2022’an li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Jina Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên berfireh hate lidarxistin. Gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên bi dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” dan destpê kirin û daxwaza guhertina rejîma heyî dikin.

Rûxmê hemû binçavkirin, gef xwarin û kuştinan jî gel çalakiyên xwe bi dawî nakin û li gelek bajaran peyama,“ Serhildanên şoreşgerî didome” didin. Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belavokên tevlîbûna çalakiyan belav dikin û gelek bajaran xebatên nîvîsa li ser diwaran hatiye kirin. Li ser diwaran “Jin, Jiyan, Azadî” û “Rejîma molla bicehnime” hat nîvîsandin.

Çalakî heya derengê şevê didomin

Li bajarê Meşhed yê girêdayî Îranê li ser piran li hemberî darvekirinê çalakî hatin lidarxistin. Wêne û pankartên “ji darvekirinê re na” hate daliqandin. Hat diyarkirin ku li paytext Tahranê jî rûxmê hewa ya sar heya derengê şevê çalakî hatine lidarxistin. Her wiha hat dîtin ku di seatên diyar ên şevê de rê li seyareyan hatiye girtin, qorne hatine lêdan û dirûşim hatine berzkirin. Heyanî derengê şevê çalakî dom kir. 

Fayezeh Madras hate girtin

Hat zanîn ku li Îranê mamosteya zimanê Gurcî û Aktîvîst Fayezeh Madras bi hinceta tevlî çalakiya ku balafira Ukranya ji aliyê Îranê hatibû xistin bûye hatiye girtin. Li gor agahiyên ku hatine tê gotin ku dayika Fayezeh Madras berê demekî 100 milyon tumanê Îranê bi kefaletê hatibû berdan.

Hat zanîn ku Fayezeh Madras li Şubeya Trafîkê ya Naveda Polîsan a Sinê ku ji bo karûbarên seyareya xwe çûbû, bi gotina ku der barê wê de ‘biryara girtinê heye’ hatiye girtin.