Çalakiya Nobeta Azadiyê di roja 40’an de dom dike

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî, Mexmurê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 10’ê Kanuna 2022’an de destpêkirî bû, di roja 40’an de dom dike.

Mexmur – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 24 sal in li girtîgeha Îmralê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanan ji bo hevdîtinê tên kirin jî, ji 25’ê Adara 2021’an ve tu  agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda mutlaq û girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê di 10’ê Kanuna 2022’an de da bi dirûşmeya dirûşma ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîtê bişkînin’ li Sazîya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dabûn destpê kirin, di roja xwe ya 40’an de berdewam dike.

Çalakiya Nobeta Azadiyê her roj bi dewir girtina komekê berdewam dike. Çalakî îro weke koma 40’an ji aliyê endamên Meclîsa Îştarê ve hate dewirgirtin. Beriya merasîma dewirgirtinê destpê bike ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.

‘Tecrîda li ser Rêbertiyê li ser tevayî civakê ye’

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 40’em Bêrîvan Îşlek axivî û got: “Ev 24 sale Rêbertiya me li gireva Îmralî di bin tecrîdek girankirî deye. Her çendî tecrîtek girankirî li beramberî Rêbertî tê meşandin, her tim Rêbertî têkoşînek bê hempa dide meşandin û dijmin jî ji tirsê têkoşîn û berxwedaniya Rêbertî êrîşî her derê dike û tecrîdê girantir dike. Ev 22 meh zêdetir e bi tu awayî em agahî ji Rêbertiya xwe nagrin, tecrîda li ser Rêbertiyê li ser tevayî civakê ye. Dijmin ji bo fikir û felsefeya Rêber Apo ji holê rake hertim serî li rê û rêbazên gelek qirêj dide û tecrîdê giran dike. Em weke gelê Kurd û bi taybet jin van daxwazên tunekirinê yên dewleta Tirk vale derbixin divê em demek ji ya din zûtir, çalakiyên xwe xurtir bikin û azadiya fizîkî ya Rêbertî mîsoger bikin. Ji bo wê em bang li hemû sazî û rêxistinên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, divê li erk û bepirsyartiya xwe xwedî derbikevin. Ji bo wê em weke gelê wargeha Mexmûrê em ê vê çalakiyê hîn bilintir û xurtir bikin, heta ku em Rêbertiya xwe bi awayek fizîkî di nava xwe de nebînin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Piştî axaftina Bêrîvan Îşlek, dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hat berzkirin.

‘Emê weke gelê Kurd li beramberî vê tecrîdê bêdeng nebin’

Rihîm Mijînî der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got: “Di destpêkê de em hemû Şehîdên Kurdistanê bi bîr tinîn. Tecrîdek girangîrî li ser rêberê me heye, em weke wargeha Mexmûrê me jî çalakiyek daye destpêkirin. Heta ku ev tecrîda girankirî neşkê û em rêbertiya xwe bi awayek fizîkî di nava xwe de nebînin, em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Dewleta Tirk dixwaze bi vê tecrîda girankirî gelê Kurd bêdeng bike, lê belê em gelê Kurd çi dibe bila bibe em li beramberî vê tecrîdê bêdeng nabin û em ê her tim li ser lingan bin. Banga min ji bo hemû gelê Kurd bi taybet dayîk vê tecrîdê qebul nekin û li beramberî vê yekê em têkoşînek bê hempa bikin û em dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hîn zêdetir bilind bikin.”