Werzişvan Zîba Kalhor ji Şampiyoniya Cîhanê vekişiya

Werzişvana Skî ya Îranî Zîba Kelhor ragihand ku ji bo piştgiriya serhildana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji Şampiyoniya Cîhanê vekişiyaye.

Navenda Nûçeyan – Ji bo serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li Îranê ku 5 meh derbas bû, ji gelek beşên civakê piştgirî berdewam dike. Werzişvana Skî ya Îranê Zîba Kelhor vekişîna xwe ya ji Şampiyoniya Cîhanê ragihand.

Zîba Kahlor ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ew ji şampiyoniyê vekişiyaye, wiha got: “Helbet bi her bedelê serkeftin ne hêsan e. Tê zanîn ku şampiyonî tên û diçin, lê bingeha exlaqî herheyî ye.”

Werzişvan Zîba Kahlor wek beşdara gelek şampiyoniyên curbicur ên Îranê û cîhanê tê naskirin.