Çalakiya malbatên girtiyan asteng kirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan a li Amedê bi hinceta biryara qedexeyê ya Walîtiya Amedê hat astengkirin.

Amed- Ji bo daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, malbatên girtiyan li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya nobeta edaletê ya malbatan di roja 671’ê de li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Daxuyaniya xizmên girtiyan bi hinceta biryara “qedexeyê” ya walîtiya bajêr, hat astengkirin. 

Reşahet Ada ya birayê wî Hamdusene Ada girtî ye, der barê astengiyê de helwesat nîşan da û wiha got: “Em vê biryara qedexeyê şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Heta ku derfetên me hebin emê çalakiya xwe bidomînin. Ve hefteyê nebe em ê hefteya din çalakiya xwe berdewam bikin û bibin dengê girtiyan.”

‘Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe berdewam bikin’

Her wiha keça girtiyê nexweş Abdulhelîm Kirtay Herdem Merwanî jî bertek nîşanî astengkirina çalakiyê da û ev tişt anî ziman: “Daxwazên me diyar in lê belê biryara walîtiyê ya ji bo çalakiya me ya ku ji bo em dengê xwe bigihîjînin civakê asteng dike. Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”