Amineh Kakabaveh: Têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê ji bo Erdogan bûye qehrek

Parlamentera Siwêdê Amineh Kakabaveh der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar kir ku Erdogan hê jî hewl dide tola çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê hilîne.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Siwêdê Amineh Kakabaveh ji ajansa Nurs Pres re axivî û der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha got: “Hemû kes dizanin jin û xortên Kurdan çawa ji bo parastina mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê têk birin ev jî ji bo Erdogan bû qehrek. Bi nêzbûna hilbijartinên Tirkiyeyê re, desthilatdar dixwazin dengan bi kuştina hemwelatiyên Kurd bi dest bixin. Divê gelê Kurd careke din dengê xwe nede desthilatdariya ku niha Kurdan dike hedef.”

Her wiha Amineh Kakabaveh daxwaz ji civaka navdewletî kir ku mafê rewa yê gelê Kurd li ber çavan bigrin.