Çalakiya konvedanê ya li pêşiya NY’ê di roja 28’an de didome

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin a li pêşiya NY’ê didome. Di roja 28’an de, HPC û HPC-Jin a Navçeya Til Koçer piştgirî dan vê çalakiyê.

Qamişlo- Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin ku di 12’ê Tebaxa meha borî de bi dirûşma “Edalet û wijdanê we li ku ye” bi armanca şermezarkirina kiryar û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelên heremê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 28’an de berdewam dike.

Di roja 28’an a çalakiya konvedanê de Hêzên Parastina Civakî HPC û HPC-Jin a Navçeya Til Koçer a ser bi Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştgirî dan vê çalakiyê.

“28 roj derbas bûn lê deng ji NY’ê nayê”

Rêvebera Hêzên Parastina Civakî HPC û HPC-Jin a Navçeya Til Koçer Xewla Mûsa got: “Em çalakiyê li hember kiryar û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixin. Îro li ser navê HPC û HPC-Jin a Navçeya Til- Koçer em jî beşdar bûne bi vê çalakiyê piştgiriyê didin wê. Ev konê ku hatiye danîn, konê şeref û namûsê ye û em tu êrîşan li ser gelê xwe qebûl nakin. Qaşo ew ev navend û saziyên mafên mirovan ji bo parastina mafên vî gelî hatine lê mixabin me parastin ji wan nedîtiye. 28 roj di ser çalakiya konvedanê re derbas bûn, heta vê kêliyê deng ji NY’ê derneketiye û daxwazên me bi cih nehatine. Bersiva me jî diyar e û em konê ji vir ranakin heya ku êrîş û balafirên dewleta tirk li ser esîmanê herêma me bên sekinandin.