Di atolyeyên konferansê de mafên jinan ên gihandina çavkaniyên xwezayî tên nîqaşkirin

Xebatên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya ku li Tûnisê tê lidarxistin di roja xwe ya çaremîn de didomin. Jinan li ser gelek mijarên girîng ên ku jiyana jinan tehdîd dikin û rê li ber pêşketin û rizgariya wan digrin nîqaş kirin.

NAZIHA BOUSSIDI/ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Komela Jinên Demokratîk a Tûnisê di çarçoveya 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de, atolyeyek ji bo nîqaşkirina mafên jinan ên gihandina çavkaniyên xwezayî li dar xist. Her wiha atoleyek din jî ji bo nîqaşkirina xirabûna rewşa karkerên jin hat lidarxistin.

Beşdaran gotin ku hevgirtina femînîst a di navbera hemû jinên cîhanê de divê di nava hemû femînîstan de bê çandin.

Beşdaran destnîşan kir ku zexta baviksalarî ya li ser jinan bi cudakarî, îstîsmar û şîdetê bi pêş ketiye û bûye diyardeyeke cîhanî ya bi pêşengiya yekdestdariya kapîtalîst û zîhniyetên paşverû.

Beşdaran dan zanîn ku têkoşîna femînîst a cîhanî li ser bingeha hevgirtina navneteweyî ya di navbera hemû bindestan de, tevî cureyên cuda yên di navbera civakên bakur û başûr de ye. Krîza jîngehê ya ku çavkaniyên xwezayî û bejahî zuha kiriye, ji ber ku ji ber berdewamiya êrîşa kapîtalîst a li ser okyanûsê û zuhakirina enerjiyên wê, cîhan li ber xetereyên mezin ên jîngehê ye.

Di atolyeyê de hat destnîşankirin ku nakokiyên civakî yên li hemû deverên cîhanê hatine guhertin û gerdûnîbûna îstîsmara kapîtalîst bûye sedema derketina komên civakî yên ku ji dûrketinê zêdetir bandor bûne û bi vê yeke xizanî zêde bûye û femînasyona feqîriyê kûrtir bûye.

Her wiha têkoşîna femînîst a ku bûye parçeyekî bingehîn ê têkoşîna li dijî kapîtalîzm û kolonyalîzmê û êdî ne pêkan e ku dev ji daxwazên femînîst ên rizgarî, wekhevî, eşkerekirina şîdetê, şikandina astenga tirsê û têkoşîna li dijî cihêkariyê berde hat nîqaşkirin.

“Komele ji bo ku pirsgirêkên ekolojîk ên ku jiyana jinan tehdîd dike çareser bike têdikoşe”

Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Naîla El-Zixlamî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku komele ji bo mafê jinan ê gihandina çavkaniyên xwezayî dixebite û wiha got: “Komele ji bo peydakirina ava vexwarinê ya bi ewle ji jinan re û pirsgirêkên ekolojîk ên ku jiyana wan û serxwebûna wan a aborî tehdîd dike çareser bike têdikoşe.”

Endama Komeleya Jinên Demokratîk û aktîvîsta mafên mirovan Nima El-Nuseyrî diyar kir ku di demên borî de ji bo parastina mafê jinan ê gihandina çavkaniyê xwezayî, Komeleya Jinên Demokratîk gelek semîner li dar xistine û wiha pê de çû: “Ez banga teşhîskirina rewşê bi awayekî zanistî, akademîk û ekolojîk li gorî rêjeya erdên heyî li Tûnisê, çawaniya bikaranîna avê û eşkerekirina herêmên ku ev dewlemendiya avê tê de ye, ji bo xizmetkirina rastiya jinê, dikim. Piştî van qonaxan, bi guhertina qanûnên di destûrê de û danîna mafê avê yê jinan operasyonên hişyarkirinê tên destpêkirin. Qanûn wê mafê femînîst hêsan bike û li dijî zihniyeta baviksalarî têbikoşe. Jin carna ji mafê xwe yê bi bidestxistina ax, av û dewlemendiyên curbecur bawer nabin, ev mesele bi hişyarî û rêberiyê têne rastkirin.

Xerabûna rewşa karkerên jin

Xirabûna rewşa jinên kedkar ji ber kapîtalîzma hovane û zîhniyeta paşverû bû mijara yek ji atolyeyên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê.

Bi amadebûna hejmareke zêde ji jinan, endama komîteya amadekariya konferansê Îman Kehlewî û endama komîteya jinan Letîfe Temellah, dest bi vê atolyeya înteraktîf kirin ku tê de behsa rola jinan di bajar û gund û pirsgirêkên li hemberî jinan ên wekî tundiya bi hemû şêweyên wê, fîzîkî, sembolîk, devkî û aborî û her wiha biçûkxistinê kirin.

Bal hat kişandin ser nêzîkatiya dîrokî ya civaka baviksalarî û pirsa çima jin di warê aborî û civakî de di nava şert û mercên xerab de ne? hat kirin.

Di atolyeyê de hin jinên gundî û karkerên di sektora tekstîlê de diyar kirin ku rastî êrîşa zayendî û şîdeta aborî tên û mûçeyên kêm ku ne li gorî keda wan e distînin.

Îman Kehlewî bi tezên sosyalîst behsa paşeroja tê xwestin kir û bi sê pirsên, van hemû pirsgirêkan çawa dest pê kir? A duyem, çima ev hemû newekhevî? Ya sêyem jî, riyên berxwedan û çareserkirina rewşa xirab çi ne? bû.

Îman Kehlewî diyar kir ku êşa jinan xwedî aliyên dîrokî ye, berî derketina civakan, wan bi nêçîriyê debara xwe dikirin û bi derketina zeviyên çandiniyê û derketina çînên civakî, mêr dest bi nêçîrê û xebata li zeviyan kir û jinan karên malê dikirin, ji ber wê jî wî serdestiya xwe ya mêr bi dest xist.

Îman Kehlewî got ku têkoşîna jinan aborî ye û azadiya wê jî tenê bi hilberîna aborî pêk tê.