Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ket qonaxeke nû

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku di roja 132’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, bi biryara baykotkirina dadgeh, hevdîtina telefon, malbat û parêzeran ket qonaxeke nû.

Navenda Nûçeyan- Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyên siyasî ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk dayne destpêkirin, ket qonexek nû. 

Hat zanîn ku girtiyan biryar girtine ji 4’ê Nîsanê û şûnde dest bi baykotkirina dadgeh, axaftina bi telefonê, hevdîtina bi malbat û parêzeran re bikin.

Di daxuyaniya de der barê mijarê de ev tişt hat gotin: “Çalakiya me ya greva birçîbûnê, ji roja rojbûna Rêberê me 4’ê Nîsanê û şûnde pêwîstî bi ketina qonaxek nû dît. Weke girtiyan, em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' ji 4'ê Nîsanê û şûnde bi dirûşma 'Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de' bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bidomînin.”