9 rojnameger hat binçavkirin

Li Tirkiyeyê bi zagona dawî re li qada azadiya raman û ragihandinê jiyan bi giştî hat guhartin, nûçegihanên MA û JINNEWS'ê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku qanûna sansurê ji aliyê TBMMê ve hat qebûlkirin, mînaka zextên li ser çapemeniyê pêk hat. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê meşandin de, li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha û Mêrdînê gelek nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS'ê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Serdegirtina malan

Nûçegihanê MA Selman Guzelyuz, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Derya Ren ên li Amedê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtina malan de gelek pirtûk hatin desteserkirin.

Midûrê Karên Nivîsê yê MA’yê Dîren Yurtsever li Stenbolê di serdegirtina malan de hat binçavkirin. Hat destnîşankirin ku di serdegirtina mala Dîren Yurtsever de gelek pirtûk hatine desteserkirin û piştî serdegirtina malê ew birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê.

Li Enqereyê li buroyê lêgerîn hat kirin

Ofîsa MA ya li Enqereyê yek ji wan navnîşanan bû ku lêgerîn lê hat kirin. Ajansa nûçeyan parve kir ku lêgerînên li buroyê dewam dikin. Li Enqereyê di serdegirtina malan de nûçegihanê MA’yê Zemo Aggoz hat binçavkirin. Her wiha hat hînbûn ku di ser gelek malan de jî hatiye girtin û lêgerîn berdewam dike. Hat diyarkirin ku dema rojnameger hatin binçavkirin destê wan ji paş ve hatine kelepçe kirin.

Li Wan, Riha û Mêrdînê binçavkirin

Nûçegihanê MA'yê Hakan Yalçin di serdegirtina malan a danê sibehê li Wanê û Oznûr Deger jî di serdegirtina malan a li navçeya Qosera Mêrdînê de hatin binçavkirin.

Dîsa di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegihanên MA’yê Emrullah Acar û Ceylan Şahînli li Rihayê hatin binçavkirin. Hemû kompîtur, kamera û kamerayên rojnamegeran hatin desteserkirin. Hat parvekirin ku serdegirtina malên hin rojnamegeran hatiye kirin.