‘Jinên Kurd bi artêşbûnê bûn model’
Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a herêma Firatê Zozan Şêxî têkildarî salvegera artêşbûna jinên Kurd wiha got: "Jinên Kurd di sedsala 21`emîn de bûn modela jinên şerker û xwedî vîn."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Tevgera jinên Kurd bi pêşengiya têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 1992`an de artêşbûna xwe ragihand. Bi ferast, hişmendî û armanca mayîndekirina keda jinên birêxistinkirî, lehengiya jinan û xweparastina cewherî ya li dijî hişmendiya mêrên serdest, nêzikatiyên feodal û paşverû artêşbûna jinan 30 sal li pey xwe dihêle.
Di cîhana zindî û ruhberan de her cure li gorî xwe xwedî pergaleke parastinê ye. Di nava mirovan de, parastin bi qasî biyolojîk e, civakî ye jî. Parastina cewherî bi qasî nan û av pêdiviyeke jiyanî ye ku mirov dikare weke şerê hebûn û tunebûnê şîrove bike. Ajajoya parastinê di cewherê zayenda jin de xurtir e. Ev yek jî xwe dispêre kokên dîrokî yên jinan ku di gelek afsenayan de derbas dibe. Jinên Kurd di dirêjahiya dîrokê de ji bo parastina xwe û welat pêşengî kirine lê ev yek bi damezrandina Tevgera Azadiyê re û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şênber bûye. Jinên Kurd bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" û di kesayeta têkoşer Bêrîtan de, di 1992`an de artêşbûna jinan ragihandin ku êdî eniyeke din a ji bo têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Tovên ku beriya 30 salan hatin çandin, di roja îro de bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re mayînde dibin. A niha artêşbûna jinan di rewş û asteke nû de ye, jinên Kurd bi artêşbûn û fermandariyê şeran birêve dibin û di asteke bilind de çalakiyan pêk tînin. Her wiha di hêz û yekîneyên giştî de jî jin roleke pêşeng û diyarker dilîzin ku bi ferast û zanista xweparastina cewherî li çiyayan, bajar û tevahî deverên Kurdistanê jiyanê diparêzin. Ji lewre têkoşîna çekdarî, artêş, hêz û yekîneyên jinên Kurd ên li Kurdistanê têgihîştina jiyana nû ji bo jinan afirand. Di sedsala 21`emîn de modeleke nû ku xwe dispêre heqîqeta jinan a dîrokî ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê pêşkêşkirin.
Bi wesîleya salvegera 30`emîn a artêşbûna jinên Kurd, ajansa me bi rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a herêma Firatê Zozan Şêxî re hevpeyvîn kir.
‘Şehîd Bêrîtan pêşenga me ye’
Zozan Şêxî di destpêka axaftina xwe de behsa mîrateya ku bi têkoşer Bêrîtan re ava bûye kir û wiha got: "Meha Cotmehê xwedî wate û girîngiyeke mezin e ku me weke jin bi saya têkoşîna şehîd Bêrîtan bi dehan destkeftiyên di warê xweparastinê de bi dest xistin. Têkoşer Bêrîtan ji bo me sembola jina şerker û fermandar e, ji lewre di warê artêşbûn û xweparastina jinan de ew pêşenga me ya mezin e. Ev rastî di şoreşa me ya Rojavayê Kurdistanê de jî xwe da der. Şoreşa me ya jinan ku 10 sal li pey xwe hişt, çavkaniya xwe ji têkoşîn û mîrateya şehîd Bêrîtan û hevriyên wê ji me re pêşkêş kirin, digre. Li rex ku jinên Rojavayê Kurdistanê xwe di warê siyasî, civakî û jiyanî de birêxistin kirin, di qada leşkerî û xweparastinê de jî risteke girîng lîst."
‘Xweparastina cewherî bi şoreşa Rojava re hat teyisandin’
Zozan Şêxî di domandina axaftina xwe de wiha behsa jinan û xweparastinê kir: "Bêguman dema ku em behsa parastinê dikin, tenê di warê çekdarî de nagirin dest. Em behsa felsefeya Jin, jiyan, azadî ku em bingeh digirin û bi rê û rêbazên cuda diparêzin dikin. Bi parastina vê felsefeyê re, em hebûn, fikir, nasname, nirx û destkeftiyên xwe mayînde dikin. Ji ber vê em mijara parastina cewherî ji aliyê biyolojîk, civakî û jiyanî ve jî digrin dest. Modela xweparastina cewherî bi riya artêş, yekîne, hêz bi şehîd Bêrîtan re dest pê kir û bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re hat teyisandin. A niha jinên Kurd di warê têgihîştina parastinê ku Rêber Apo behs dike de, xwedî nêrîn in. Ji ber ku hêza herî mezin a jinan e, jinan vîn û hêza xwe bi diruşma Jin, jiyan, azadî re kirin yek û dest bi têkoşînê kirin."
‘Em xwe li ser bingeha rêgezên artêşbûna jinan birêxistin dikin’
Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a herêma Firatê Zozan Şêxî axaftina xwe bi van gotinana bi dawî kir: "Weke YPJ Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin û HPC-Jin li ser bingeha ferast û rêgezên artêşbûna jinan em xwe birêxstin dikin. Her jinek bi serê xwe artêşeke ku parastina pîvan û nirxên civakê dike, ev hêz jî ji şehîd Bêrîtan hat girtin ku em bikaribin bi sekneke wiha tevger bikin. Erka me ya sereke xwedîderketina li têkoşîna şehîd Bêrîtan e û mîrateya wê bi hemû jinan re parvekirin e. Ji ber vê em ê li dijî heşmendiya ku heqîqeta jinan û civakê tune dike têbikoşin, em ê di warê çekdarî û hişmendî de ji jinan re bibin palpişt û hêza berxwdanê. Her wiha em ê bi taybetî xwedî li şoreşa jinan derkevin ku di encama qehremaniya bi hezaran jinan de pêk hat. Em ê bi vî rengî layîqî şehîdên xwe bin û keda wan biparêzin. "