9’emîn Civata Giştî ya Kongra Star hate lidarxistin

Bi dirûşma “Bi ruhê têkoşîna şoreşa jinê, emê serhildana jin jiyan azadî bi ser bixin” 9’emîn civata giştî ya Kongra Star hate li dar xistin.

Hesekê – Rêxistina Kongra Star di sala 2005’an de bi navê Yekîtiya Star xwe bi rêxistin dikir, piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bi berfirehbûna jinan di hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin karibûn rêxistinbûna xwe berfireh bikin, ji lewra xwe bi navê Kongra Star bi nav kirin ku gelek kar û xebatên girîng û berfireh ji bo jinan dane meşandin.

Kongra Star bi dirûşma “Bi ruhê têkoşîna şoreşa jinê, em ê serhildana jin jiyan azadî bi ser bixin” 9’emîn Civata giştî ya Kongra Star duh lidarxist. Kongre bi beşdarbûna hezar delegeyan hate li dar xistin ku gelek mêvanên jinê rêxistinên jinan mîna Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Jinên Sûriyê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kombûna Jinên Zenûbya, Rêveberiya Xweser, Desteya Jin, Partiya Sûriya Pêşerojê û gelek pêkhateyên mîna Sûryan, Ermen, Xirisiyan, Ereb û kurdên Êzîdî û siyasetmedarên jin amade bûn. Hola kongreyê bi wêneyên jinên pêşengên azadiyê, alê Kongra Star û dirûşmên mîna “Jin jiyan azad”, “Şer dike azad dibe, azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê hezkirin” hatibû xemilandin. Her wiha 18’emîn salvegera damezrandina Kongra Star li tevahî jinan hate kirin û kongre diyariyê serhildana Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate kirin.  Jinên ku beşdarî kongreyê bûbûn bi cil û bergên xwe yên gelêrî û pênaseya çanda wan dike hatibûn li xwe kirin.

‘Kongre diyarî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin’  

Kongre bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir, paşê axaftina vekirinê ji aliyê Koordînasyona Kongra Star a Rojava Rihan Loqo ve wiha hate kirin: “Em di serî de 18’emîn salvegera damezrandina Kongra Star û 9’emîn Kongreya xwe di serî de li Rêber Apo pîroz dikin. Coş û heyecana ku di kongreyê de pêk hatiye em silav dikin û hezkirina xwe ji şervanên azadiyê ku îro li çiyayên azad li ber xwe didin rê dikin û dibêjin hebûna we hebûna me ye. Em vê roja dîrokî li tevahî jinên berxwedêr û pêşeng re dişînin. Em hemû pêşengên xwe yên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Bi pêşengtiya şoreşa jin me carek din dît ku bi ruhê şoreşa jin destpêkir û dirûşma jin jiyan azadî bû gerdûnî em kongra xwe bi vê dirûşmeyê serhildana jin jiyan azad  bi ser bixînin. Serhildana ku jin pêşengtiya wê dike bê teredût dê ev serhidlan bi ser bikeve. li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jinan serhildana jin jiyan azadî dengê xwe da cîhanê. Em weke şoreşa jin em dibêjin bi ruh û canê xwe em pişt serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne. Em vê kongreyê diyariyê serhildana Jin jiyan azad a serhildana Rojhialtê Kurdistan û Îranê dikin.”

‘Em ê kongra xwe bi ruhê şoreşê bi ser bixînin’

Rihan Loqo diyar kir ku ew beriya ku kongre li dar bixînin ew li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Konferansa xwe li dar xistine û got: “Beriya vê Kongreyê li hemû belde û bajaran de konferans hatin li dar xistin û wiha em hatin kongreyê. Di hemû xebatan de tişta sereke ya ku derket pêşiya me em tecrîd bişkînin û Rêber Apo bi fizîkî azad bikin. Em ê bi bîryarin ku em ê kongreya xwe bi ser bixînin. Me bi ruhê şoreşê destpêkir û em ê bi wê ruhê kongreya xwe bi ser bixînin. Hêviya me ewe ku em herkes bi ruhê demê tevbigerin. Soza ku me daye Rêber Apo ku em ê bi cesaretek hîn xurtir tevlî kongre bibin. Em bi ruhê tevahî şehîdên ji Roza Luksembûrg, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê, Pakîze, Fatma û Emîne Kara ku hemû şehîdên berxwedana Serdemê ya Efrînê û berxwedana gurzê gelan em soz didin ku em ê şopdarê riya we bin û xeta we dewam bikin û azadiya jinan li tevahî cîhanê misoger bikin.”

Piştî hilbijartina dîwanê, perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Paşê sînevîzyonek li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşendan. Bi riya sînevîzyonekê peyamên mîvanan ji Kongreyê re şandibûn hate pêşandan. Sînevîzyonek li ser şoreş û têkoşîna jin ên cîhanê hate pêşandan. Paşê rapora du salan a Kongra Star hate xwendin. Her wiha çalakiyên Kongra Star ku ji derve û giştî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine li dar xistin bi riya sînevîzyonekê hate pêşandan.

Di heman demê de peyamên pîrozbahî ji bo damezrandin û kongreyê hatin xwendin. Her wiha pilana du salan a demê pêş hate xwendin.  Di heman demê de rewşa rêxistinî hate nirxandin. Hevpeymana Kongra Star hate xwendin guhertin û veguhertin hatin kirin ku pêşgatin hate nû kirin. Komîteya Serokatî, Komîteya Hevjiyana azad û Komîteya parastina cewherî di komîteya Kongra Star de hate zêdekirin. Her wiha komîteya siyasî û dîplomasî hate yekirin navê xwe weke Têkilî û Tifaqên Demokratîk bi nav kirin. Piştî wê hilbijartin hatin kirin ku 7 kes weke Koordînasyona Kongra Star a Rojava hatin hilbijartin û piştî hilbijartinan Endamên Koordînasyona Kongra Star û Meclîsa Kongra Star soz dan.

‘Bi Rêber Apo re azad bijîn’

Axaftina dawiyê ya Kongreyê, ji aliyê Endama Koordînasyona Herêma Efrînê Gulê Mihemed ve hat kirin. Gule Mihemed wiha got: “Di serî de em xêr hatina we hemûyan dikin û em ji Şehba hatin ku silavê hemû jinan ji delegeyên Kongreyê re hebû. Kongra 9’emîn a Kongra Star em Rêber Apo û hemû jinên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine pîroz dikin. Ji vê siharê ve em kar û xebatên du salan a Kongra Star dinirxînin, em ê bi hev re serkeftinê tacîdar bikin. Îro Rêber Apo di nava çar diwaran de ye û ji bo me fedekariyek mezin dike, erka li ser milê me ewe ku em şev û roj di nav çalakiyan de bin û kar û xebat bikin. Dijmin dixwaze îradeya jina azad bişkîne, îro yekbûna me bi hemû pêkhateyên xwe ve êrîşên dijmin vala derdixîne û bersiva herî mezin da dijmin. Kes nikare îrade û yekitiya jinan zeyif bixîne. Em soz didin ku em tucar dev ji xeta Rêber Apo û şehîdan bernadin. Îro me azadî bi dest xist, lê ew azadî hêsan bi dest nehat xistin. Salê pêşiya me salek pir girînge ku tifaqa Lozanê bi dawî dibe, loma dijmin dixwaze destkeftiyên me bi dest bixe, lê em wek jin destkeftiyên xwe winda nakin û em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Armanca me ewe ku em cihên me yên dagirkirî ji destê dagirkeran rizgar bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn.”

Kongre bi dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.