Mêrên perwerdeya Kongra Star dîtine: Şoreşa me bi têkoşîna jinê geş bû

Mêrên ku perwerdeya bîrdozî ya rêxistina Kongra Star dîtine, gotin: "Têkoşîna ku ev 18 sal in Kongra Star dide meşandin bû sedem ku pergaleke wekhev û demokratîk were avakirin. "

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Rêxistina Kongra Star ku di 15`ê Çileya 2005`an de hat avakirin, li hember hişmendiya baviksalar û mêr-dewlet têkoşîneke bê navber dide meşandin. Kongra Star xebatên xwe bi riya 12 rehendên cuda dide meşandin. Ji van rehendan Komîteya Perwerdeyê ku di çarçoveya Ekademiya şehîd Şîlan xwebirêxistin dike, bi sedan dewreyên perwerdeyê yên di warê  bîrdozî, felsefî, civakî, rêxistinî û hwd vekiriye. Her wiha ev du sal in rêxistina Kongra Star dewreyên perwerdeyê yên mêran dide, li kêlek wê jî bi dehan semîner di komîn, meclîs û saziyan de daye.

Bi boneya salvegera 18`emîn ya damezrandina Kongra Star, mêrên ku perwerdeya Ekademiya şehîd Şîlan dîtine, behsa guhertinên ku di encama perwerdeyê de di wan de avabûye kirin.

‘Azadiya civakê bi azadiya jin pêkan e

Hevserokê Desteya Hundirîn ya  herêma Firatê Bozan Xelîl girêdana di navbera azadiya civakê û jin de wiha nirxand: "Heger mirov xebat û rêxistinbûna jin binrxîne, em dibêjin ku şoreşa me bi reng, deng û têkoşîna jin geş bû. Tevgera jin ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe di tevahî waran de ji leşkerî heta asta civakî îsbat kir, bê guman em nabêjin ku xebatên jin gihîştine armaca xwe. Kongra Star şerê hişmendiyeke demdirêj dike, ev yek jî têkoşîneke bê dawî dixweze. Şopandin û lêkolînên me yên di warê dîrokî, civakî de pêş dikevin radixe ber çavan ku hemû pirsgirêk û pevçûnên heyî xwe dispêrin hişmendiya baviksalar û mêr-dewlet. Ji aliyê me ve jî ev yek hatiye tesbît kirin ku heta jin azad nebe, civak jî azad nabe, pirsgirêk û nakokî bi dawî nabin, aştî û aramî jî pêk nayê. Bi taybet jî em dizanin ku civak bi malbatê ava dibe, ji ber vê em hişmendî jî ji malbatê destpê dike. Ji lewra heger em bixwezin têkoşîna me bi serbikeve, divê ku em her kes ji cem xwe de û di nava malbatê de destpê bikin. Paradîgmeya me jî ya Rêber Apo ye. Dema mirov dikeve nava bîrdoziya Rêber Ocelan û seseolojiya azadiyê, diyar dibe ku xeta jin bingeh e. Em jî di vê ferqê û baweriyê de ne ku sererastkirina civakê bi azadiya jin pêkan e. Jina azad civaka azad e, civaka azad jî Netewa Demokratîk e."

Em ê bi silogana fikir, zikir û çalakî rola xwe di pêkanîna azadiya jin de bilîzin

Bozan Xelîl behsa perwerdeya ku dîtiye kir û wiha got: "Me di warê bîrdozî de pêwistî pê dît ku ez jî derbasî perwerdeya ku Kongra Star ji bo mêran vekir, bibim. Ji bo ku em li xwe vegerin, ji nêz ve mijarê nas bikin, diyalogekeke zanistî di navber herdû hişmendiyan de pêş bixin û nêrînên rêxistina jin di derbarê jin, mêr û civakê de nas bikin.  Me gelek sûd ji wê perwerdeyê girt, her wiha me pirsgirêk û nakokiyên di nava civaka xwe de ji nêz ve naskir. Li ser vê bingehê em gihîştin tek encamê, heger mirov bixweze bi rengekî rast û dirust di xeta Rêber Apo de bimeşe divê ku bi silogana fikir, zikir û çalakî têbikoşe. Bi taybet jî weke tê zanîn gelek şoreşên civakî ji ber di warê tewrî de man, têk çûn. Azadiya jin jî heqîqteke jiyanî ye ku divê hemû beşên civakê ji bo wê têkoşînê bikin. Em nabêjin ku em weke mêr êdî ji vê hişmendiyê rizgarbûne, lê belê rojane hewildanên me hene ku em jî xwe  bighînin asta azadiyê. Ev yek jî di nêzikatiyên me yên malbatî de, her wiha bi hevserokên me yên jin re xwe didin der. Têkoşîna me ya di warê piratîkî de dewam dike da ku em bighêjin armanca paradîgmeya Rêber Apo."

‘Bi saya Kongra Star pergaleke hevbeş û wekhev avabûye’

Endamê meclîsa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh behsa girîngiya xebatên Kongra Star kir û wiha axivî: "Jin heqîqeta berdewamkirin, nûkirin û herikandina jiyanê ye. Ji ber vê pergalên desthilatdar û kapîtal ji bo ku serdestiya xwe mayînde bikin her tim berê êrîşên xwe didin jin. Rêber Apo bi bîrdoziya xwe ya azadiyê û pirojeya Netewa Demokratîk dikarbû ji nû ve maf, nasname û rastiya jin bide pêş. Yekîtiya Star jî xwe li ser vê bingehê birêxistin kir û di dirêjahiya van salan de gelek berhem û veguhertin da avakirin. Em jî niha bi saya van destkeftiyan jiyan dikin û me pergaleke demokratîk û wekhev sazkir. Ji ber vê Kongra Star bû sîwana tevahî jinên têkoşer û bindest yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Aşûr, Tirkmen û hwd. Her wiha me û tevahî cîhanê şahîdiya hêz, vîn û qehremaniya jin ya li hember terora DAIŞ`ê kir. Li aliyekî din jin di asta hevseroktiyê de ku di tevahî dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hwd, tê pêk anîn roleke pêşeng dilîze."

Perwerdeyê di kesayet û hizirên min de gelek guhertin çêkir

Salih Nûh destnîşan kir ku ew têkoşîna li hember hişmendiya baviksalar ji malbata xwe de destpê kir û got:"Ez weke kesayet derbasî perwerdeya bîrdozî ya Ekademiya Şehîd Şîlan a girêdayî Kongra Star bûm. Ev perwerde di hizir û kesayeta min  de gelek guhertin da çêkirin, her wiha em di gelek mijaran de têghîşin. Heqîqeta jin di dayîkê de bi rengekî diyar derdikeve pêş, dayîk 9 mehan zarok di malzaroka xwe de digre û pişt re bi kedeke bê hemba mezin dike. Ji ber vê divê ku em vê kedê jibîr nekin û di nêzikatiyên xwe yên li hember hevjîn, zarok, xwîşk û tevahî jinan de diyar bikin. Her wiha bi taybet di mijara jiyana hevbeş de ango hevjiyana azad ku em fêrî rêbazekî nû yê jiyana hevjiniyê kirin. Hişmendiya serdest ya baviksalar di hundir malbatê de wêneya zilamê desthilatdar avakiriye, lê me bi saya hevjiyana azad nêzikatiya rast ya di hundir malbatê de naskirin ku em bikarbin bi riya wê malbateke demokratîk û azad ava bikin. Emê weke mêr jî xwedî li vê têkoşînê derkevin, bi taybet di demeke ku serhildanên bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" pêş dikevin. Avakirina malbat, civak û netewên demokratîk dê bi vê têkoşînê bi serkeve."