8 meh cezayê girtîgehê li Fereshteh Hosseini hat birîn

Çalakvan Fereshteh Hosseini ku li Îranê di meha Îlonê de hatibû girtin û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bi kefalet hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zextên darazê hikumetê yên li beramberî çalakvanan berdewam dike. hat zanîn ku cezayê 8 mehan yê girtîgehê dane çalakvan Fereshteh Hosseini.

Çalakvana Bukanî Fereshteh Hosseini di meha Îlonê de di dema serhildanên bi dirûşemya ‘Jin Jiyan Azadî’ hatibû binçavkirin û girtin. Çalakvan li girtîgeha navenda Urmiye dihat girtin. Hat zanîn ku di dema ku girtî de rê ne dihat dayîn ku  Fereshteh Hosseini parêzer bigre û bi malbata xwe re hevditînê pêk bîne.

Hat zanîn ku çalakvan cezayê 8 meh yê girtîgehê ji bo Fereshteh Hosseini hatibû erê kirin. Çalakvan li beramberî dayîna kefaleta 100 milyon Tumenê Îranê hatiye berdan.