Tifaqa Ked û Azadiyê: Em OHAL’a we nasnakin

Tifaqa Ked û Azadiyê derbarê OHAL’ê ku piştî erdehaja ku navenda wê Mereş û Dîlokê rû da hat îlankirin helwesta xwe nîşan dan û gotin “Em biryara OHAL û zextên ku bi xwe re bîne nas nakin.”

Enqere - Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo 3 mehan li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê Rewşa Awarte (OHAL) hatiye îlankirin. Piştî ku biryara OHAL’ê hat girtin û dest danîn li ser alîkariyên ku Partiya Demokratîk ya gelan ku bi yekitiyê komkirin û van alîkariyan gihandina heremên erdhejê hat astengkirin.

Li ser vê yekê Tifaqa Ked û Demokrasiyê der barê erdhej û OHAL’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kirin ku ew biryara OHAL û ew zextên ku bi xwe re bîne nas nakin.

‘Hêrsa me ya li dijî desthilata ku gelê me terkî mirinê kiriye mezin e’

Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku  di dîrokê de gelek kêm rastî karesatên bi vî awayî hatine û wiha hat gotin: “Li ser erdhejê re 55 saet derbas bûn lê hêj heta niha jî bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne. Mexdûrên erdhejê yên karîn xwe xelas bikin jî di nava mercên giran de tî û birçî ne. Îktîdara AKP-MHP’ê ev 3 roj in gel terkî mirinê kiriye. Îktîdara AKP-MHP’ê di nava 24 saetan de gavek jî neavêt bajarên erdhej lê çêbûye. Li şûna mudaxele û alîkariyan organîze bikin, bi ragihandina OHAL’ê re hewil dide ne gel, xwe biparêze. Gelên Tirkiyeyê baş dizanin ku ev îktîdar ji bo karesatên bi vî rengî dibêje; ‘lutfa xwedê’ û hewl dide bo xwe bike firsend. Îktîdara AKP-MHP’ê bi OHAL’ê re dixwaze van bajaran bigire, torên piştevaniyê qut bike, ketina rojnamegeran a li van herêman qedexe bike da ku agahiyên rast neyên parvekirin, alîgirên xwe yên sûcdarên vî şêrî û îktîdara xwe biparêz e. Ya ku divê bihata kirin ne OHAL e, divê seferberî bûya.”

‘Em OHAL û zextên ku bi xwe re bîne nas nakin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ê zextên bi OHAL’ê re derdikevin holê nas nekin. Banga me ji bo dewletê ew e ku hemû derfetên xwe pêşkeş bike û ji bo parastina civak û jiyanê seferber bibe. Divê çavkaniyên gel ne ji bo bekaya îktîdarê, ji bo gel bên bikaranîn. Hemû astengkirinên îktîdarê, sûcekî li dijî gel û jiyanê ye. Em ê piştevaniya heyî mezintir bikin, jiyanê biparêzin û li qadan li cem gelê xwe bin. Em ê vê hilweşînê bi hev re rakin.”