20'emîn salvegera Serhildana Qamişloyê hat bibîranin

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê salvegera 20’emîn Serhildana Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an, bi mitîngek bi bîr anî.

Qamişlo- Ji bo bîranîna 20’emîn salvegera Komkujiya Qamişloyê ku di 12’ê Adara 2004’an de ji aliyê hikûmeta Şamê pêk hat di encamê de nêzî 38 ciwanên Kurd di nav de zarok jî hebûn hatin qetilkirin her wiha bi dehan birîndar bûn, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê mitîngek li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Bi sedan ji şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistin û tevgerên jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û tîmên sporê di mitîngê de amade bûn.

Mîtîngê di bin dirûşma “Em ê bi hevgirtina gelan hemû planan têk bibin” bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan, bi senfoniyên Koma Serdem a Nûhasî ya muzîkê ya bajarê Hesekê, dest pê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê û Meclisa Dêra Zorê axaftin hatin kirin.

‘Komkujî veguherî serhildanê û heta roja îro didome’

Di mitîngê de, li ser navê Rêxistina Kongra Star a Rojava endama Koordînasyonê Remziye Mihemed axivî û got: “Piştî 20 salan carek din îro em li vê qadê ne, li stadyûma ku raperîn lê çêbû. Di vê rojê de em bejna xwe ji bo hemû şehhîdan ditewînin. 20 sal in berxwedan û têkoşîna gelê me didome, ji bîra me naçe. Bi berxwedana gelê me ku li hemberî siyasetên qirkirinê her dem tê meşandin, em gihîştin roja îro. Bi hêza hemû pêkhateyên herêmê, me tevahî çand, huner û ziman nûjen kirin. Bi hezaran lehengan canê xwe feda kirin ji bo ku em destkeftiyên mezin bi dest bixin. Bi îsrara pergala neteweya demokartîk û xwedîderketina şehîdên xwe em ê bi ser bikevin. Her wiha em ê destkeftiyên xwe biparêzin û tola şehîdan hildin.”

Mitîng bi maçeke fûtbolê di navbera tîma Cezîrê û Dêra Zorê de, bi dawî bû.