‘7’ê Cotmehê rojeke dîrokî ye berxwedan têkoşîn û rastiyê dihewîne’
Rojnamevan Oznur Deger bal kişand ser girîngiya rojnamegeriya jinan û destnîşan kir ku pênûsa wan a ji bo rastiyê dixebite dê hemû zext û zordariyan têk bibe.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Jinên rojnamevanên Kurd ku mîrateya Gurbetellî Ersoz asas girtin û beşdarî Çapemeniya Azad bûn, di pêşengiya têkoşîna li dijî zayendperestî, mîlîtarîzm û zordariyê de bûn, di heman demê de bêhnek nû anîn qada çapemenî û weşanê.
Jinên rojnamevanên Kurd têkoşîneke dijwar li dijî înkara Kurdan, zîhniyeta feodal a di civaka xwe de û medyaya zayendperest meşandine û berdewam dikin.
Ji kovaran bigre heta rojnameyan, ji ajansên jinan bigre heta televîzyonên jinan, rojnamevanên jin ên ku bi nêzîkatiyek weşanê ya jinan wekî mijar didît mohra xwe li dîrokê xistin, bi rêxistinên xwe yên bêhempa mîrateyeke kûr afirandin.
Ji 'Jina Serbilind' heta NuJINHA’yê rêwîtiya azadiyê
Di vê çarçoveyê de, jin bi penûsên xwe, ji sînorên erdnîgariyê derbas bûn. Jina Serbilind, yekem kovara jinan a Tevgera Jinên Kurdistanê, di sala 1993’an de li Ewropayê dest bi weşanê kir.
Rojnameya yekem a jinan, "Jiyana Azad", di sala 1997’an de li Herêma Federal a Kurdistanê heftane hat weşandin. Li Bakurê Kurdistanê, kovara Jina Azad (Ozgur Kadin) di sala 1998’an de dest bi weşanê kir û bi navên cuda berdewam kir.
Di salên 2000’an de, jinên Kurd bi berdewamî riyên nû vekirin. Di sala 2005’an de, Newaya Jin li Ewropayê dest bi weşanê kir. Di 8’ê Adara 2012’an de, Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) dest bi weşanê kir. Di sala 2018’an de, jinan JIN TV ava kirin. Her wiha di sala 2021’ê de, NuJINHA (Ajansa Nûçeyan a Jinan) dest bi weşanê kir da ku dengê jinên li Rojhilata Navîn ragihîne.
Jinên rojnamevanên Kurd, bi rojevên xwe yên bêhempa, ji rabirdûyê heta niha li pey rastiyê ne. Ji bo ku vê kevneşopiyê bidomînin jin, 7’ê Cotmehê, roja ku Gurbetelli Ersoz, yekem edîtora jin a Tirkiyeyê, di 7ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da, wekî "Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd" bi bîr tînin.
‘7’ê Cotmehê rojeke dîrokî ye’
Rojnamevan Oznur Deger di Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd de Gurbetellî Ersoz bi bîr anî û bal kişand ser girîngiya rojnamegeriya jinan.
Oznur Deger diyar kir ku 7’ê Cotmehê destpêka berxwedanê ye ji bo rojnamevanên jin ên Kurd û got: "7’ê Cotmehê ji bo me ne tenê rojeke asayî ye, rojeke dîrokî ye, berxwedan, têkoşîn û rastiyê dihewîne.”
Oznur Deger, diyar kir ku Gurbetellî Ersoz bi serhildana li dijî medyaya ku di bin serdestiya mêran de bû mohra xwe li dîroka çapemeniyê daye û wih got: "Ev ruhê berxwedanê, îlana îradeyê û serhildanê ku di '93'an de derket holê, di şert û mercên sedsala 21'ê de bi awayekî berbiçav mezin dibe. Rastiya ku rojnamevanên jin di rêveberiyê de cih digrin, xwedî deng in û xwedî îradeyê ne, tam encama nirxên ku ji hêla Gurbetellî Ersoz ve di 10'ê Kanûna 1993'an de hatine afirandin e. Ji bo me pir girîng e em mîrateya têkoşîn û berxwedana ku ji aliyê Gurbetellî Ersoz ve hatiye afirandin biparêzin û nirxên nû li nirxên ku wê li dû xwe hiştine zêde bikin. Em her wiha bi rastiya çapemeniya jinan a ku li gorî nirxên wê afirandiye mezin dibin re rû bi rû ne. Di vê pêvajoyê de, JIN TV hat damezrandin, ajansa nûçeyan a jinan JINHA ava bû, Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê damezrandina xwe ragihand. Ev encamên nirxa ku ji hêla rojnamevanên jin ve, bi taybetî Gurbetelliyê ve hat afirandin e. Wê çapemeniya jinan afirand di cîhana ku mezin dibe û berfireh dibe de navê xwe hişt. Wê artêşeke rojnamevanên jin afirand. Divê pênûsa ku em di destên xwe de digrin jî wekî çeka herî bihêz were pênasekirin. Her nûçeyek ku em dinivîsînin her peyvek ku em dibêjin, her wêne û wêneyek ku em digrin û tomar dikin encama riya ku ji hêla nirxên ji aliyê Gurbetelliyê Ersoz ve hatine afirandin e.”
Oznur Deger, diyar kir ku rojnamevanên jin ên ku li pey Gurbetellî Ersoz hatine, bi canê xwe ji bo rastiyê nivîsandine û bi bîr xist ku rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopand, berxwedana li Bendava Tişrînê rapor kiriye. Oznur Deger got: "Hebûna Cîhan li wir mînaka herî berbiçav a nirxa jinan di rojnamegeriyê de ye ku ji hêla Gurbetellî Ersoz ve hatiye afirandin.”
‘Mîrateya ku Gurbettelli Ersoz bêdawî ye’
Oznur Deger axaftina xwe wiha domand: "Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hat kuştin. Li pişt kuştina Nagîhanê tirsa ji zihniyeta mêr, zihniyetên serdest, dewlet, hêz û hêzên ku hebûna xwe bi îstîsmarê ava dikin heye. Girtina me di nava lepên zilmê de jî encama tirsa ji hêza çapemeniya jinan e. Ji ber ku mîrateya Gurbettellî Ersoz afirandiye, nirxên ku wê ava kirine, mîna guleyên rewşenbîrî ne li dijî hêzên serdest ên mêran têne avêtin. Ev mîrate li dijî vê zihniyetê radiweste ku nikare nasnameya jinan tune bike hewl dide jinan bi awayekî fîzîkî bindest bike û dema ku ew têk diçe, serî li kuştin, girtinê dide û wan dike mijara mekanîzmayên cûrbecûr ên zilmê."
Oznur Deger, destnîşan kir ku di rojnamegeriyê de hevgirtin bi qasî rêxistinbûnê girîng e û diyar kir ku zextên li ser weşanên Kurdî her diçe li ser tevahiya cîhanê belav dibin. Oznur Deger wiha domand: "Ger zincîreke hevgirtinê were hûnandin divê bi belavkirina vê mîrateyê li seranserê cîhanê were hûnandin. Pêwîst e nirxên ku Gurbetellî afirandine ji cîhanê re werin zanîn, werin belavkirin û her kes bibe beşek ji vê mîrateya têkoşînê, vê kevneşopiya berxwedanê.”
Oznur Deger di nava nirxandinên xwe de vegotina zilm û zordariya ku li ser çapemeniya Kurd hatiye meşandin wiha dike wiha vegot: "Ji salên 1990’î vir ve, em, wekî çapemeniya Kurd, bi taybetî rojnamevanên jin ên Kurd, herî zêde rastî zilmê hatine. Dema ku em li Tirkiyeyê an Rojhilata Navîn dinêrin dibînin, kesên serî hildidin di bin êrîşên tepeserkirinê de ne. Ev di rastiyê de nîşan dide ku zincîra tepeserkirinê ya me ji salên 1990’î vir ve li hemberî wê li ber xwe daye, niha li her derê belav bûye. Kes û saziyên ku wê demê hevgirtin bi me re nîşan nedan, îro bûne mijarên sereke yên tepeserkirinê. Em dizanin ku hevgirtin ji bo me çandek e, kevneşopiyek e. Ew mîrateyek e ku me mîras girtiye. Ji ber ku nirxên ji hêla Gurbetellî û Apê Musa ve hatine afirandin her gav fêrî me kirine ku em ê çawa li ber xwe bidin û rastiyê biqîrin. Ji ber ku em ji vê kevneşopiyê ten, em dibêjin ji bo hevgirtin bi pêş bikeve û belav bibe divê her kesê ku rastî zilmê tê di bin heman banî de bicive.”
‘Em şopdarên Gurbetellî Ersoz in em ê li dijî vê zîhniyeta zordar serî hildin’
Oznur Deger, bal kişand ser astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û mafê raya giştî yê agahdarkirinê û diyar kir ku çareserî di zindîhiştina hevgirtinê de ye û wiha bi dawî kir: "Ew kesên ku dema Kurd di tengasiyê de bûn ne li wir bûn, îro gava Kurd di tengasiyê de ne, yekem kes in ku ji bo alîkariya wan direvin. Mînaka herî dawî, biryara dadgehê ya girtina dezgeheke medyayê, T24, hat dayîn. Yên yekem car hevgirtinê nîşan dan, di rastiyê de rojnamevanên Kurd bûn. Hevgirtin yek ji argumanên bingehîn e ku mîrateya têkoşînê zindî dihêle. Em rojnamevanên jin ên Kurd, şopdarên Gurbetellî Ersoz in em ê li dijî vê zîhniyeta zordar serî hildin.”
