Di rûniştina 68’an ya CSW de banga bidawîkirina şer

Komîsyona Statuya jinan (CSW) di rûniştina 68’an de bal kişand ku li çar aliyên cîhanê ji ber şerê ku mêr didin meşandin herî zêde jin û zarokên keç êşê dikşînin û banga bidawîkirina şer kirin.

Navenda Nûçeyan- Rûniştina 68’an a Komîsyona Statuya Jinan (CSW) li navenda giştî ya NY ya li New Yorkê pêk hat. Rûniştina ku duh dest pê kir, wê îro jî berdewam bike. Îsal bi mijara pêkanîna wekheviya zayendî, bihêzkirina hemû jin û zarokên keç, bi hêzkirina sazî û finansmana xwedîkirina xizanan û zayenda civakê li hev civiyan.

CSW ya ku salê carekê kom dibe, nûnerên civaka sivîl, rayedarên hikumetê, çêkerên pisporên siyasetê di mijara wekheviya zayendî de pêşketinên ku hatine qeydkirin dinirxînin. Hatina ba hev a herî mezin a gerdûnî ji bo nîqaşên pirsgirêkên demildest, çalakiyên ku li her derê cîhanê jiyana jin û zarokên keç diguhere kirin biryar. Rûniştin ji civînên piralî, panel, diyalogên înteraktîf, civînên li dora maseyê, di nava hikumetan de muzakere û çalakiyên weke van pêk tên.

‘Ji ber şerê ku mêr didin meşandin herî zêde jin û zarokên keç êşê dikşînin’

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres di vekirina rûniştina 68’an de axivî bang kir ku divê demildest agirbest û alîkariya mirovî pêk were û got: “Li herêmên şer ên li her çar aliyên cîhanê, ji ber şerê ku mêr didin meşandin herî zêde jin û zarokên keç êşê dikêşin. Di dema êrîşên Îsrail li ser Filistinê de ji sêyan dûyê yên ku hatin qetilkirin û birîndar bûne jin û zarokên keçin.”   

Antonio Guterres, li ser rapora Nûnerê taybet a NY’yê ya Îsraîlê Pramile Patten ku hefteya borî weşandibû jî got: “Hemas û komên din ên bi çek ji êrişên ku7’ê Cotmehê hatine destpêkirin de li hemberî jin û zarokên keç tundiyê dikin. Tundiya zayendî û nîşaneyên îşkenceya zayendî hene.”

Rewşa jinan a li Efganistan û Sûdanê fikaran zêde dike

Antonio Guterres da zanîn ku rewşa jinan li Efganistan û Sûdanê fikaran zêde dike û got: “Li Efganistanê Talîbanê fermanek nêzî 50’ yan ku mafên jin û zarokên keç binpê dike weşand. Li Sûdanê ji ber şerê ku berdewam dike hejmarek zêde jin rastî tecawiz û her cureyê tundiya zayendî tên.”

‘Cihêkariya zayendî ya bi riya dijîtal zêde bû’

Antonio Guterres bal kişand ser zekaya çêkirî ya di teknolijiyên dijîtal de û da zanîn ku cihêkariya dijîtal a zayendî zêde bûye û got: “Êdî divê hikumet, civaka sivîl ji bo jiholêrakirina cihêkariya zayendî û ji bo pêkanîna di teknolojiya dîjîtal tiştek bikin, jin bibin xwedî rola biryargirtinê û êdî dema hewldanê hatiye.”

‘Pêwîstî bi rola jinan a di saziyên malî de heye’

Antonio Guterres bal kişand ku pêwîstî bi rola jinan a di saziyên malî de heye îşaret bi newekheviya zayendî di saziyên malî de kir û da zanîn ku ji 10 wezîrên maliyeyê 8 jê, ji 10 serokên Bankayên Navendî 9 jê mêr in û got: “Divê di saziyên fînans ya piranî mêr lê serdest in di, astengiyên girtina rola jinan di rêveberiyan de ji holê rabe.”

‘Guherîn tesadufî nabe’

Antonio Guterres destnîşan kir ku guherîn bi tesadufî çênabe û bang li NY kir ku di asta cîhanê de di pêkanîna wekheviyê de serkeftî ye divê careke din van hewldanên xwe yên pêkanîna wekheviyê dubare bike. Antonio Guterres bang li civaka navneteweyî kir ku di têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî de yek bin.

Antonio Guterres bang kir ku ji bo hemû cureyên xizaniyê ji holê werin rakirin divê hewldanek hevbeş were kirin û got: “Ji bo vê divê li jin û zarokên keç veberanîn bê kirin û di her cihê de ji bo rûmeta jin û zarokên keç ji bo dayîna aştiyê em dikarin bi zextê pêk bînin.”

Dennis Francis: Ji her 10 jinan 1 di nava xizaniyê de dijî

Serokê lijneya giştî ya NY Dennis Francis banga xwe ya çalakiyê berdewam kir û destnîşan kir ku der barê xwegihandina hedefên pêşketina berdewamiyê (SDG) hewldan zêde bibin. Bi taybetî hedefa wan a di rêza yekem de xizaniya zêde ji holê rakin (SDG1) di demek xwegihandina dereng de ji her 10 jinan 1 jê di nava xizaniyê de dijî. Divê cihêkariya ji ber zayendî bi dawî bibe, tedbîr werin girtin.