30 kesên ku dimenên mustehcen ên zarokan difirotin hatin binçavkirin

30 bersûcên li Stenbolê dimenên zarokan yên mustehcen bi komên ku ava kirin re dixin bazarê hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Di oparasyona li Stenbolê li dijî kesên ku dimenên zarokan yên mustehcen bi komên ku avakirine dixin bazarê û razandîna wê li ser çend hesaban kom dikin 30 kes hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Anadoluya Stembolê derbarê sûcên ‘Dimenê Mustehcen ên ku zarok tê de xebitandine, parvekirina dimenan dixin bazarê’ lêpirsîn da destpêkirin. Di xebatên hat meşandin de hinek kesan li ser hesabên dijîtal li ser pilatforma peyaman bi navê mustehcen re kom avakirin û dimenên mustehcen ên ku zarok tê de xebitandine hatin  tespitkirin ku ev kom dixe bazarê. Tîman diyarkirin ku bersûc bi qenalên cûda pere dane ^y ji aliyê hinek hesabên ku ji aliyê bazarginan ve hatiye diyarkirin komkirine.

Di oparasyona ku navend li Stenbolê li Kutahya û Bursayê hem wext hatiye destpêkirin de 30 kes hatin girtin, di lêgerînên di malên bersûcan de hatîn kirin de dest danîn ser gelek materyalên dijîtal.