Ji bo malbat û cerdevanê xwestin tecawîzê veşartin daxwaza cezayê

Danişîna 4’emîn ya doza cerdevanê berê Ramazan Babat a ku ji sûcê ‘êrîşa zayendî ya li beramberî zarokê’ tê darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin.

Navenda Nûçeyan – Danişîna 4’emîn a doza cerdevan Ramazan Babat ê ji ber li bajaroka Sêgirkê ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê  ji sûcê “êrîşa zayendî ya li hemerî zarokê” tê darizandin, li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Di danişînê de parêzerê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê û malbata zarokê di danişînê de amade bûn. Bersûc Remezan Babat jî ji girtîgeha lê tê girtin bi SEGBÎS’ê tevl. Danişînê bû. Di danaşînê de hat xwestin ku ji bilî kiryar, bavê zarok, birayê wê, sercerdevanê berê Şehmûs Babat, kurê wî Çetîn Babat û Sadî Babat cuda cuda bên cezakirin.

Piştî tespîtkirina nasnameyan danîşîn bi guhdarkirina Şahid E.B. destpêkir de axivî û  îdia kir ku zarok reviya ye û sercerdevan Şehmûs Babat ji bo ku bibe cem malbata wê ketiye navberê.

Dozger mutalaya xwe da

Piştre parêzerê Remezan Babat  xwest ku Abdûllah Babat ê beriya niha navê wî di nava şahidan de derbas dibû û xwişka zarokê B. Babat bên guhdarkirin.  Şandeya dadgehê jî bi hinceta guhdarkirina wan dê pêvajoyê dirêj bike, daxwaz qebûl nekir.  Dozger di mutalaaya xwe de xwest ku bavê zarokê E.G. birayî  wî Y.G., sercerdevanê berê Şehmûs Babat û kurê wî Çetîn Babat û Sadî Babat bi sûcdariya ‘Ji holê rakirina delîlan’ cuda cuda bê cezakirin û ji ber gumana revîna wî heye girtina bersûc Ramazan Babat didome.

Bersûc daxwaza beraatê kir

Remezan Babat li dijî mutalaayê parastinê kir û  îdia kir ku bêsûc e û daxwaza berdana xwe kir. Parêzerê zarokê û parêzerê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê jî xwestin ku bersûcên di dosyayê de navên wan derbas dibin cuda cuda bên cezakirin. Parêzerê bersûc ji bo parastinê dema zêde xwest.  Heyeta dadgehê piştî navbera 5 deqîqeyan biryar da ku girtina Babat berdewam bike, daxwaza parêzer a dema zêde qebûl kir û danişîna din taloqî 10’ê tîrmehê kir.