230 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê

Di çarçoveya hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de 230 malbatên Iraqî yên li Kampa Holê vegeriyan Iraqê.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, beşeke din a penaberên Iraqê yên li kampa Holê ber bi Iraqê ve hat şandin.

Beşa penaberan ji 230 malbatan (834 kes) pêk tê, bi rêya wesayîtan hatin şandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina wan tedbîrên parastinê girtin.

Bi vê yekê ji destpêka îsal ve 15 caran malbatên Iraqî ji kampê hatine derxistin û ji destpêka vegerandina malbatên Iraqî yên li kampê ji bo warên wan, ango ji destpêka 2021’an ve, ev beşa 32’yane.