Jina Kurd Ezîze Muradiyan ev 8 rojin di greva birçîbûnê de ye
Jina Kurd a xelkê Sineyê Ezîze Muradiyan li dijî binçavkirinê, ev 8 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Navenda Nûçeyan- Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, diyar kir ku jina Kurd a bi navê Ezîze Muradiyan ya xelkê gundê Tengîser a ser bi bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ku li girtîgeha Sine tê ragirtin, ev 8 roj in li dijî bê edaletî û binçavkirinê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Heman çavkaniyê ragihand ku Ezîze Muradiyan nexweş e, tevî rewşa tenduristiya wê xirab e jî ji dema hatiye binçavkirin ve nehatiye dermankirin.
Derbarê ceza yan jî doza Ezîze Muradiyan de ti agahî nehatin parvekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ezîze Muradiyan di vê meha Kanûnê de ji aliyê hêzên Îranê ve li cihê wê yê kar a li Merîwanê, hatiye binçavkirin. Hêzên îstîxbarata Îranê di dema binçavkirinê de, li cihê kar lêgerîn kiribûn û gelek kelûpel desteser kiribûn.