Hikûmeta Îranê di sala 2022’yan de 179 welatiyên Belûcî darve kir

Koma Kampanyaya Çalakvanên Belûcê rapora xwe ya der barê hejmara kesên ku di sala 2022’yan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin eşkere kir û diyar kir ku di salek de 179 welatiyên Belûc hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Îranê nerazîbûna xwe ya li hember nijad, ziman û çandên cuda yên li welat bi binçavkirin, girtin, tepeserkirin û bidarvekirinê nîşan dide. Koma Kampanyaya Çalakvanên Belûcê ku li ser mijarê daxuyanî da, parve kir ku tenê di sala 2022’an de 179 welatiyên Belûc ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Bi îdiayên bê bingeh gelek kes hatin darvekirin

Di daxuyaniyê de ku hat diyarkirin ku darvekirin bi îdiayên bêbingeh pêk tên, hat destnîşankirin ku ev polîtîkayeke dewletê ye. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku li Îranê li hemû kesên ku Fars nîn in, cezayên darvekirinê û yên giran tên dayîn.

Li gorî daxuyaniya Saziya Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ya di 4’ê Kanûnê de hat ragihandin, di 11 mehên sala 2022’an de zêdetirî 500 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin, ev hejmar di sala 2021’ê de bûye 333.

Li gorî Koma Kampanyaya Çalakvanên Belûcî, ji sê yan yek ji kesên ku li Îranê hatine darvekirin hemwelatiyên Belûc in. Li gorî komê, hê hejmarek zêde welatî bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.