Strana Rojê: Sima Bina: Burdi Delamoh

Sima Bina 4’ê çileya 1954’an li Xoresana Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Hê 9 salî di radyoyê de stran gotiye û heskirina xwe ya ji bo stranên geleriyên Kurdî nîşan daye. Vê yekê pêşeroja wê diyar kiriye û di dibistanê de jî berê xwe daye beşa muzîkê. Li zanîngeha Tahranê hunerê ciwanekan xwendiye. Sala 1979’an mala hunerê vedike û weke jina yekeme di dîroka Îranê tevahî de mala hunerê vekirî tê tomar kirin.