Portreya Rojê: Astronom a stêra duv dîtiye: Maria Mitchell

Li ber destê bavê xwe yê atronom mereqa wê ya lêgerîna stêrkan çêdibe û her diçe li ser lêhurbûn dike û dibe yekem astornoma stêra duv dîtiye.

Navenda Nûçeyan - 1’ê Tebaxa 1818’an li Nantucket a Massachusetts ê di nava malbatek xwediyê baweriya Quaker de hatiye dinê. Di baweriya wan de zarokên keç û lawik weke hev dihatin perwredekirin û ev jî ji bo wê bû derfetek ku xwe bigihîne daxwazên xwe.
Bavê wê yê astronom her êvar ji bo ku bala zarokên xwe bide ser çavdêrîkirina stêrkan ew dibirin ser ban û stêrk nîşa wan dida. Di temenê 12 salî de bi bavê xwe re li ser girtina rojê dixebitin û li hemberî wê divê çî bê kirin lêkolîn dikin. Di temenê 16 salî de dibistana xwe bi serkeftî qedand. Di temenê 17 salî de dibistanek matematîk û zanyariyê vekir. Ferqa dibistana wê ji yên dinê yên ne sipî jî dikarîn têde bixwîne. 
Mereq û lêgerînên wê yên li ser sitêrkan dewam dike û bi wê lêgerîna xwe stêra duv dibîne. Bi wî awayî yekem car stêra duv ji aliyê wê ve tê keşif kirin û di çapa cîhanê de popular dibe bi vê serkeftina xwe. Qiralê Danimarkayê Frederick VI Maria ji ber serkeftinên wê yên di qada atronomiyê de û tayîbetî jî keşifkirina stêra duv wê xelat dike.