Strana Rojê: Rewşan /Gulîzera min

Rewşan Çeliker a ku albuma wê ya despêkê “Ax Lê Wesê” di sala 2018’an de derketî li navçeya Tatwana Bedlîsê hatiye dinê. Di repertuvara wê de arşîva muzîka Kurdiya ku xwe dispêre xebatên ji sala 1930'an ên radyoya Êrîvan û Bexdayê ku kompozitorê Ermenî Gomidas Vartabed berhev kiriye cîh digire. Hunermenda ku salên dirêj bi dengê xwe xebat kiriye hîna li gel xebata muzîkê jî di şano û sînemayê de lîstikvaniyê dike. 

Rewşan a ku demeke li deverên Ewrupayê yên weke payîtexta çand û muzîkê tên zanîn derdikeve dikê bi 11 zimanan staran dibêje, li welat û derveyî welat konserên wê didomin.
Rêze konserên wê îsal jî li welat û derveyî welat dewam dike. 27’ê Tebaxê ji Wanê dê dest bi konserên salê bike û 24’ê Îlonê jî li Enqerê bi dawî bike. 
GULÎZERA MIN
Gulîzerê dengê te tê ji hêla dûr va bi Kurdî
Kubra delal, sedaya şêrîn ez helandim li vî erdî
Sedaya te tê, 
Gendî mîna deng û sedaya gozelkewê
Dengê te bûye teyredeyek e
Bi perwaz e li nava hewayê