Strana Rojê: Dengbej Gazin - Eman Eman

Raziye Kizil ku di nava gelê Kurd de weke Dengbêj Gazin tê zanîn sala 1959 li Tatwana Bidlîsê ya Bakurê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Gazîn a di temenek biçuk de dest bi dengbêjiyê kirî bi giştî 12 albûmên stranan derxistiye. Di sala 2010’an de li Wanê yekem car Komeleya Dengbêjên Jin vekir û bi xwe serokatiya wê kir. 

Dengbêj Gazîn a 20’ê Tebaxa 2018’an di temenê 60 saliyê de jiyana xwe ji dest da, li pey xwe rêç û şopên dengbejek Kur hişt. Dengbêj Gazîn, heta ku çû ser dîlovaniya xwe jî, wek evîndareka dengbêjiya Kurdî bû û Gazin 12 albumên dengbêjî li pey xwe hişt. Tenê ne bi dengbêjî, bi projeyên ku ji bo danasîn û berdewamiya dengbêjî birêvebir û hewldanên wê yên ji bo çand, ziman û welatê xwe rêç û şop li peyî xwe hêlaye.
Gazîn, ji zarokatiya xwe ve, dengbêjiyê wek awaz û ravekirina êş, şahî, xem û bêriyên dilê xwe li ser zar û zimanê xwe gerand, heta ku koça dawî kir. Gazîn heta sala 1993-94’an dengbêjiyê, li derdorê xwe û di şahiyan de dike. Piştî ku di wan salan de yekem albuma xwe derdixe jî, bi pêkutiyên civakî kêmderfetiyên di aliyê zayendî de dijî, lê ew tu car paş de gav nabêje û hûrguliyên dilê xwe bi denbêjî dilûre.
Stranbêja navdar a Muzîka Ermenî ya Klasîk Aşuk Leylê û Dengbêj Gazin, ji bo têkiliya hestan a ji Ermenîstanê heta Kurdistanê ya heyî carekdin bi muzîkê bê nûjenkirin sala 2014’an bi hev re hem li Ermenistanê hem jî li Extemara Wanê derketin ser dikê û bi her du zimanan dengbêjî gotin. Herî dawî bi Aşik Leyla re bi Kurdî û Ermenî albumek stranan derxistin.