Strana Rojê: Mizgîn Tahir - Rojek Tê

Mizgîn Tahir li Tirbespiyê ya Rojava di nava malbateke hunermend de hatiye dinyayê. Bavê wê dengbêjê bi navê Necîmê Omerî yan Necîmê tembûrvan bû û birayê wê, xwîşka wê stranbêj bûn. Lê Mizgîn dixwest muzîkeke ji wan cudatir çêbike.Operayê cara yekem di qenalên televîzyonê de guhdar dike û pir bala wê dikşîne. Piştî qedandina dibistana navîn, dixwest biçe konservatuarê lê hem ji ber jinbû, hem jî ji ber ku muzîk ne girîng bû mixabin civak ji wê re pir ne alîkar bû. Pêşî li Zanîngeha Şamê di beşa arkeolojiyê de dixwend, du sal şûn de ew beş berda û sala dawî temam nekir. Lê dema ku wê dixwend, diçû cem mamosteyeke rûsî yê bi navê Gelîna. Wê li konservatuara muzîkê mamostetî dikir û li ber destên xwe Mizgîn ji bo konservataurê amade kir.
Di 1999’an de dest bi konservatiwarê kir û xwendina xwe di amojgeha muzîkê ya bilind de berdewam kir, di sala 2004’an de xwendina xwe li Şamê bi dawî kir. Di dengê operalî de pênc dengên bingehîn hene. Dengê Mizgîn Tahir bi xwe du beşî ye, sopranoya lîrîk û sopranoya dramatîk e. Mizgîn Tahir heta niha li gelek bajaranên mîna Şam, Silêmanî û Amedê konser pêşkêş kirine.