Strana Rojê: Ji Negîn Parsa ‘Zane Azadeh’ (Jina Azad)

Strana Negîn Parsa ya bi navê ‘Zane Azadeh - Jina Azad’ bû sirûda şoreşa jinan a Îranê.

Navenda Nûçeyan – Strana bi navê ‘Jina Azad’ ku ji aliyê hunermenda Îranê Negîn Parsa ve hat gotin bûye sembola têkoşîna azadiyê, weke straneke bi hêz a protestoyî derket pêş. Temaya berhemên weke xwepêşandanên girseyî yên li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû. Negîn Parsa gotinên stranê ji dirûşmên ji dilê jin û mêrên ku naxwazin bi rejîma Komara Îslamê re bijîn, di kolanên Îranê de veguheriye qêrîna ji bo azadiyê berhev kir. Bi vî awayî stran, ji tenêbûna berhemek muzîkê wêdetir, bû dengê civak û jinên Îranê.

Divê her kes weke dayîka Jîna Emînî biqîre

Hunermanda Îranê Negîn Parsa têkildarî fikir, hest û peyama strana ‘Jina Azad’ gelek daxuyanî dan. Daxuyanî û roportajên têkildarî stranê hatine teyîsîn wiha ne: “Pêvajoya ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kir, ne tenê serhildanek e, di heman demê de şoreşa jinan e.”  

Hunermenda ku stran pêşkêşî şoreşa jinan kir, dema berhemên xwe dibêje tiştên hîs dike bi van gotinan anî ziman: “Dema min ev stran digot, hîs dikir ku ev pêvajo ji bo min pêvajoya başbûnê ye. Hinek caran peyvên ku hestan terîf dikin, nayên dîtin; wê kêliyê hûn dixwazin biqîrin lê belê peyv têrê nakin. Divê weke dayîkên zarokên wan li kolanan tên qetilkirin diqîrin em dengê xwe derxin û biqîrin. Divê hemû kes wek dayîka Jîna Emînî biqîrin. Gotinek ji vê rejîmê re bê gotin nemaye. Hûn ê bikaribin çi bibêjin ji dayîkên ku zarokên wan hatin qetilkirin re? Hûn dixwazin ji bo wan stranan bibêjin? Min ev gotinên ku kom bûne, peyv bi peyv di dilê xwe de hîs kir. Weke hunermend divê em hinek caran dîn bibin. Demên ku em bi mantiq nefikirin hene. Di dîwana Hafiz de eşq bi van hestan tê îfadekirin. Wî bawer dikir ku dînbûn ji bo mirovan baş e. Min jî di vê stranê de, hewl da qîrîna jin û zarokan wiha ragihînim. Ya girîng ew e ku di wê kêliyê de hûn çi hîs dikin.”

Negîn Parsa diyar kir ku strana ‘Jina Azad’ ji dirûşmên li kolanên Îranê bilind bûne îlham girtiye û nivîsiye.

‘Têkoşîna bi pêşengiya jinan hêzê dide mêran jî û li Îranê mêr jî ji bo şoreşa jinan şer dikin’

Negîn Parsa da zanîn ku ev pêvajo ne tenê serhildanek e, jinan e û got: “Bêguman ev şoreşa jinan e. Şoreşê bi navê Jîna Emînî û piştî qetilkirina wê destpê kir. Li Îranê hemû tevgerên têkoşînê bi pêşengiya jinan bi pêş ketin. Ji zaroktiya min ve tê bîra min, di her xwepêşandanên ku beşdar dibûm de jin her dem di çeperên pêşde bûn.”

Negîn Parsa îfade kir ku têkoşînê piştevaniya jinan, mêran jî bihêz kiriye û wiha got: “Li Îranê mêr jî ji bo şoreşa jinan şer dikin. Ji bo jinan xwe davêjin ber guleyan, dimrin. Ev gelek bi wate ye û îlhamê dide ku di dinyayê de mînaka wê tune ye. Em ji bo wekhevî û evînê têdikoşin. Ji bo di navbera me de nêzîkatiyên bi jehr ên zayendperestî tunebin divê em hev hembêz bikin, jin û mêr bi hev re têbikoşin.”

Negîn Parsa da zanîn ku strana ‘Jina Azad’ hevgirtinê ava dike, ji gotinên wê zêdetir balê dikşîne ser hesta berhemê û bandora ku çêkiye. Strana ‘Jina Azad’ biryardariya destpêkirina şoreşê vedibeje.