Portreya Rojê: hesereta 39 salan: Elmas Eren

DÎLEK GUL 
Hayrettîn Eren di 21’ê Mijdara 1980’yan de hat binçavkirin. Dema ku du rojan xeber jê nehat, malbata wî ketin pey şopa wî. Malbata ku çû Qereqola Karagumruk a Stenbolê, di lîsteya binçavkirinê de navê Hayrettîn Eren dît. Ew bi hêvî bûn. Rayedarên qereqolê gotin ku Hayrettîn û 8 kesên di heman operasyonê de hatin binçavkirin birine Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê.
Lê belê dema ku Elmas Eren çû avahiya polîsan a Gayrettepeyê, polîsên li ber derî gotin; "Li vir kesekî bi navê Hayrettîn Eren tune ye, nehatiye binçavkirin." Lê belê, Elmas Eren li baxçe wesayîda xwe dît.” Dema ku got “vay wesayîda me divê kurê min li vir be” û israr kir bi lêdane hat dûrxistin.
Dema Elmas Eren vedigere Qereqola Karagumruke, vê carê di rûpela lîsteya binçavkirinê ya ku navê Hayrettin Eren tê de bû hatibû hatibû qetandin. Lê dîsa jî şopa kurê xwe berneda. Ji bo kurê xwe bibîne li her deriyê xist. Ji aliyê hemû rayedaran ve bersiva "Hayrettîn Eren nehatiye binçavkirin" girt. Lê belê yên ku wî li şaxa siyasî ya li Gayrettepeyê dîtin hebûn… Hin şahidan gotin ku Hayrettîn bi rojan di bin îşkenceyên giran de maye. Lê tu bersivek der barê wê de ji cihên têkildar negirtin. Roj darbas bûn bûn, meh derbas bûn, sal derbas bûn lê tu agahî jê çênebû.
Hesreta 39 salan...
Di dawiyê de, ew cara yekem di 27’ê Gulana 1995’an de bi qerenfîl û wêneyekî kurê xwe beşdarî çalakiyên ku Komela Mafên Mirovan dabû destpêkirin bû. Dayê Elmas Eren bêdeng li Meydana Galatasarayê rûnişt… Aqûbeta kurê xwe yê di binçavan de hat windakirin pirsî û got ku divê kesên winda bên dîtin, kiryar bên darizandin.
Lê nebû. Ew beriya gora kurê xwe bibîne ji cîhanê çû. Hevalên wê yên ku 39 salan li kêleka hev bûn, mirina wê bi van gotinan ragihandin: "Me hevrêya xwe ya têkoşînê Elmas Eren ku 39 sal li pey gora ku bi kulîlkan were xemilandin geriya winda kir. Me dayika windahiya 12’ê Îlonê, dayika Hayrettin Eren winda kir."
“Dayika min tenê li Qada Galatasarayê rondik barandin”
Îkbal Eren ku li ser gora dayika xwe peyivî û bi salan bi dayika xwe re li Qada Galatasarayê rûnişt wiha got: "Dayika min tenê bi kesên ku êşa zaroken kişandine re, li Qada Galatasarayê hêstir barand. Dayika min li cihek din hêstir nebarandin. Ev nîşaneya wê ye ku ew çiqas rast disekinî," û got ku ew ê ji niha û pê ve rûniştina xwe ya li wê meydanê berdewam bikin.
Piştî Elmas Eren a ku çavê xwe li jiyane re girt, mirovên Şemiyê wekî her hefte li çarenûsa windahiyên xwe dipirsin. Demek dirêj e, Qada Galatasarayê ji bo wan qedexe ye. Lê gotinên wan ên ji bo doza wan azad in...