Portreya Rojê: Sembola jina şerker, şoreşger û fedakar e Arîn Mîrkan

Di pêvajoya herî dijwar a êrîşên ser Kobanê de şervana YPJ`ê Arîn Mîrkan ku li dijî çeteyên DAIŞ`ê çalakiya fedayî pêk anî û bû çavkaniya têkoşîn û berxwedaniya rêhevalên xwe. Şervana YPJ`ê Ronahî Amed dibêje ku Arîn Mîrkan bi riya çalakiya xwe rastiya jinên Kurd ên şerker bi cîhanê daye nasîn.

 
BERÇEM CÛDÎ
Eyn Îsa- Dîroka gelê Kurd xwedî mîrateyeke bi têkoşîn, berxwedaniya pêşengiya jinan dagirtî ye. Di sedsala 21’emîn de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser asta Kurdistanê û cîhanê bûn sembola jinên şerker, welatparêz, şoreşger û wêrek. Şervanên YPJ a di 4`ê Nîsana 2013`an de hat damezrandin bi rengekî fermî beşdarî nava şerên li herêmê bûn û li dijî êrîşên Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra, çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk welatê xwe parastin. Di 15`ê Îlona 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Kobanê kirin. Li dijî êrîşan şervanên YPJ`ê û YPG`ê her wiha bi dehan welatparêzan cihê xwe di çeperên şer de girtin, şerê mayîn û nemanê kirin. Şervanên YPJ`ê ku bi vîn, hêz û hebûneke xurt şer dikirin, pêşengiya nûjenkirina xeta fedayî kirin. 
Di destpêkê de şervana YPJ`ê Rêvan Rojava ji bo parastina hevalên xwe û lewazkirina êrîşên DAIŞ`ê di 27`ê Îlona 2014`an de yekemîn çalakiya fedayî li gundê Golmid ê Başûrê Kobanê pêk tîne. Bi vê çalakiyê re asta berxwedaniyê gihîşt lûtkeyê. Piştre di 5`ê Cotmehê de ango çend rojan ji çalakiya têkoşer Rêvan, şervana YPJ`ê Arîn Mîrkan jî bedena xwe dike mertal û çalakiya fedayî pêk tîne. Dîlara Kînc bi nasnav Arîn Mîrkan ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya Erfrînê ye, 1`ê Çileya 1992`an ji dayik bûye û di 2007`an de beşdarî nava refên tevgera azadiya Kurdistanê dibe. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avabûna YPJ`ê cihê xwe di nav de digre. Bi wesîleya 7`emîn salvegera çalakiya şervana YPJ`ê Arîn Mîrkan, şervana YPJ`ê Ronahî Amed çalakî, wate û girîngiya wê ji ajansa me re nirxand.  
"Artêşa me ji berhemên şoreşa Rojava ye"
Ronahî Amed di destpêkê de behsa beşdarbûna xwe ya di nava YPJ`ê de kir û got: "Ez ji bajarê Efrînê me û tevlibûna min a di nava refên YPJ`ê de li Efrînê ye. Şoreşa 19`ê Tîrmehê bandora xwe li ser tevahî Rojava kir, weke jinek Kurd jî ew hest û xwesteka şerkirina li dijî dijmin di asteke bilind de bû. Ez jî weke jineke ciwan ji Efrînê min xwest gav bavêjim û bikaribim welatê xwe biparêzim. Ew hestên welatparêziyê bi herikîna pêlên şoreşê re bihêz bûn û weke darekê li Rojavayê Kurdistanê şîn bû. Tevlibûna min jî li ser vê bingehê bû. Li seranserî Rojavayê Kurdistanê tevlibûneke mezin çêbû ku me artêşa xwe YPJ`ê ava kir. Bêguman avabûna YPJ`ê li ser bingehê mîrate û kevneşopiyeke demdirêj çêbû.
"Çalakiya Arîn tevahî sînorên ji jinan re hatibûn diyarkirin tune kir" 
Ronahiyê wiha behsa berxwedaniya Kobanê û çalakiya Arîn Mîrkan kir: "Yek ji pêşengên YPJ`ê têkoşer Arîn Mîrkan e. Arîn Mîrkan yek ji jinên ku di berxwedaniya Kobanê de rihê jina şerker ku ji bo parastina welatê xwe can feda dike derxist pêş û YPJ`ê bi tevahî cîhanê da naskirin. Têkoşer Arîn di oxira rêber Apo û gelê xwe de çalakî kir, canê xwe kir parçe, parçe û xwe fedayî axa Kobanê kir. Ji lewre rengê Kobanê di nava cîhanê de gelek cuda bû. Ev çalakî di dîroka jinên Kurd de hatiye jiyîn lê ev rih di Kobanê de careke din xwe dubare kir. Arîn Mîrkan di sedsala 21’emîn de dîroka jinên şoreşger nûjen kir. Wê bi çalakiya xwe anî bîra her kesê ku jin dikarin di her qadê de xwedî hêz bin her wiha ew jinên ku di mal de hatine hiştin, tenê bi zarokanîn û zewicandinê hatine sînordarkirin, şehîd Arîn ev sînor bi çalakiya xwe şikandin. Li ser vê bingehê çalakiya Arîn Mîrkan dagirtî, plankirî û bîrdozî bû her wiha riya azadiyê ji nifşên pêşerojê re nîşan da û her kesê xist meraqa azadiyê."
"Hêza jinên Kurd bi cîhanê da nasîn"
Ronahiyê di domandina axaftina xwe de bandora çalakiyê li ser jinên cîhanê nirxand û got: "Çalakiya şehîd Arîn li Kobanê bû lê ji tevahî bajarên Kurdistanê re bû hêvî û mizgînî. Her wiha li Ewropa û gelek welatên derve jî bandor kir. Jinên biyanî, Ereb û hwd. Arîn Mîrkan meraq kirin, ji ber vê bi sedan jinên biyanî serdana cihê ku têkoşer Arîn xwe lê teqand kirin. Ji ber vê di kesayeta Arîn Mîrkan de hêza jinên Kurd hat naskirin. Êdî her kes jinên Kurd ên şoreşger hesab dike, ne tenê jinên Kurd lê belê her jineke ku tevli bîrdoziya rêber Apo dibe û çek hildide. Di vê çarçoveyê de gelek kesên biyanî serdana Kobanê kirin, tevlibûn û gelek kesên ku qet Kobanê nedîtine û yên li hundirê welat jî navê zarokên xwe kirin Arîn. Mirov dikare bibêje Arînek çû lê bi hezaran Arîn hatin." 
"Em ê heta dawiyê xizmeta gelê xwe bikin"
Ronahiyê dirêjî da axaftina xwe û bandora çalakiya têkoşer Arîn li ser kesayeta xwe bi lêv kir: "Arîn Mîrkan ji gundê Hisî (Mîrkan) ê navçeya Mabatayê ye û ez gelek caran çûme wî gundî. Gundekî mêvanperwer e, dilvekirî, nerm û bi xwezaya xwe dewlemend e. Mirov dikare bêje ku kesayeta heval Arîn li gundê wê hatiye û taybetmendiyên wê jî yên Efrînê ne. Arîn Mîrkan jî ev xweza di hundirê xwe de parast. Ez weke kesayet ji çalakiya têkoşer Arîn gelek bi bandor bûm. Gelek taybetmendiyên wê yên xweş hebûn ku weke, ji bo gelê xwe bûyîna şoreşger, heta dawiyê bê hesab xizmeta welat û di oxira wê de canê xwe feda kir. Ev taybetmendî di hundirê min de hêza gavavêtina ber bi şoreşê ve ava kir. Li ser vê bingehê em ê tu carî poşmaniyê nejîn, berovajî em ê heta kêliya dawî xizmeta şoreşê bikin û weke Arîn Mîrkan heta dawiyê di hundirê xwe de û hemû hucreyên xwe de azadiyê, welat û welatparêziya xwe hîs bikin. Ji lewre em ê heta dawiyê şehîd Arîn jiyanî bikin, em şehîdên xwe dispêrin dilê xwe." 
"Wê soza Arîn Mîrkan a pêkanîna azadiyê bi cih were"
Şervana YPJ`ê Ronahî Amed bal kişand ser herêmên dagirkirî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di salvegera 7`emîn a çalakiya têkoşer Arîn Mîrkan de, soza me şopandina riya wê û rizgarkirina Efrîna dagirkirî ye. Em her roj soza xwe ji bo gel nû dikin û dibêjin ku dinya dizivire û em ê rojekê tevahî herêmên xwe yên dagirkirî ji aliyê şervanên vî gelî û jinên ji xwe bawer ku ji bilî azadiyê tu tiştekî din naxwazin, vegerin. Em tola şehîdên xwe jî li erdê nahêlin û ev yek jî di rastiya me de heye. Me êdî dijminê xwe lawaz kiriye, ji ber vê ew gelek êrîş dike. Heger me ew îro lewaz kiribe, em ê sibê wî tune bikin. Em ê hişmendiya serdest û yekdest ji kokê de hilweşînin. Em ê di kesayeta Arîn Mîrkan de çanda gelan a ku wê jî soz dabû vê yekê biparêzin azadiyê pêk bînin."