Portreya Rojê: Parêzer Pratibha Patil

Di temenê 27 salî de weke jinek ciwan di parlemana welatê xwe de berpirsiyariyên giring digire û paşê jî nûneriya tevahî welat dide ser milê xwe.

Navenda Nûçeyan – Parêzer Pratibha Devisingh Patil ku weke Pratîbha Patil tê nasîn 19'ê Kanûna 1934'an li bajarê Çalçiwan ê Hindistanê dayik bûye. Di temenê 13'e salî de bû dema ku, welatê wê Hindistan serxwebûna xwe bi dest xistî. Li bajarê Çalçiwan xwendina xwe ya seretayî qedand, paşê jî li bajarê Mombayî dibistana navîn berdewam kir. Li zanîngehê jî beşa zagonan bi dest xist û biserkeftî qedand. Dema dibe Parêzer, li bajarê Çalçiwam kar dike. Her wiha bi lîstika tenêsê ve bi nav û deng bibe. Di sala 1962'an de dema temenê wê 27 salbû li parlementoya Maharaştira tê hilbijartin. Di navbera salên 1962-1985'an de li meclisa wezîran 6 Wezaretên weke wezareta tendirustî, şênî û perwerdehî bi rêve biriye. Piştre bû cîgira serokê meclisa şêxan "Raciya Sabhî" û du salan ev kar domand.
Waliya Ricihistanê
Pratîbha di salên 90'an de dûrî siyasetê ket. 8'ê mijdara 2004'an carekdinê li karê xwe yê siyasî vedigere, dema vedigere kar, wê dikin Waliya Ricihistanê. Karê xwe heya 23'ê tîrmeha 2007'an de dewam dike. Tê zanîn ku Pratîbha di ti hilbijartinan de bin neketiye.
14'ê Hezîrana 2007'an ji bo serokatiya welatê Hindistanê bû berendam, di 19’ê tîrmeha 2007'an de jî encamê hilbijartinê derket û Pratîbha biserket. Bi vê serkeftinê Pratîbha bû jina yekem a ku serokatiya welatê Hindistanê kiriye. Di 25'ê tîrmeha 2007'an de bi fermî dest bi karê xwe yê rêveberiya welêt kir.