Portreya Rojê: Emîly Murphy

Rêvebera nexweşxana Edmonton Emîly Murphy ji bo parêzvaniya mafê jinan û jin tevlî têgiha mirov kirinê bi çar hevalên xwe re di Senatoya Kanadayê de têkoşînek bi heybet da ye û di encamê de bi ser ketiye.

Navenda Nûçeyan - Ji jinên bi hewlek mezin kariye cihê xwe di dadgeha Kanadayê de bigire û weke dadger têkoşîna mafê hembûna jinan bide Emîly Murphy ji bo jin tevlî têgiha mirov bibin jî kedek bê hempa da. Bi têkoşîna Emîly û jinên weke wê serhildêr di sala 1929’an de jin wek mirov hatin hesibandin. Bêguman ev maf bi hêsanî nehat bidestxistin, di pêvajoyek a jin weke mirov nedihat hesigandin de cihê xwe di dadgehê de kirin û tam jî di cihê wê de têkoşîna ji bo bidestxistina mafê zayenda xwe ya jin bûnê qet hêsan nebûye. Di wan salan de Destura Bingehîn a Kanadayê digot ‘kesên girîng’ dikarin tayînî sentoya Kanadayê bên kirin. Dema behsa wan mirovan jî dikir, ji bo mêran digot. Ev jî dihat wê wateyê ku mêr wek mirov dihatin dîtin.
“Gelo jin jî tevlî têgeha mirov in”
Li hember tevlîbûna jinan a polîtîkayê astengî hebûn. 5 jinên Kanadayî; Emîly Murphy, Henrîetta Muîr Edwards, Nellîe McClung, Louîse McKînney û Irene Parbly di 27’ê Tebaxê de daxwazname dan Dadgeha Bilind a Kanadayê û gotin ‘Gelo jin jî tevlî têgeha mirov in’.
Emîly Murphy 14’ê Adara 1868’an li bajarê Cookstown a Ontarîo ya Kanadayê wek Emîly Ferguson hat dinê. Bavê wê Isaac Ferguson karsaz û xwedî ax bû ku zarokên xwe hemû teşwîkî karê xwe dikir. Salên ku Emîly hatibû dinê hîna mafên jinan ê wekhevî û aramiya aborî tunebû, li gel wê jî bi cesaret û biriyardarî xwe di serkeftina parêzvaniya mafê jinê de kilîd kir û li hemberî hemû pêrîşên li ser cinsê xwe rawestiya. 
Yekem jina ket rêveberiya nexweşxana Edmonton
Emîly 19 salî bi keşe Arthur Murphy re zewicî û zarokek wan ji ber nexweşiya dîfterî jiyana xwe ji dest da. Piştî vê malbatê berê xwe da Edmonton Alberta. Li ser mirina zaroka wê Emîly ket qada berpirsyariya civakî. Heta vê dîrokê bi navê Janey Canunk skeç dinivîsî û diweşand. Piştî windakirina zaroka xwe li ser nexweşiyan û çareseriyên wan lêhurbûn kir û ji xebatên meşand eleqe dît û di 1910’an de ket rêveberiya nexweşxaneya Edmonton.
Li dijî hiqûqa mulkiyetê kampanya da destpêkirin
Di peywira xwe de zêdetir ji bo fêdeya jin û zarokan xebitî. Di vê pêvajoyê de tiştek ferq kir ku mafê mulkiyeta jin û zarokan tune ye. Li dijî vê têkoşîn da û kampanya da ddstpêkirin, yek ji kesên bi bandor ya axaftinker a kampanyayê bû. Di 1916’an de bi kampanyayê bidest xistin ku bibin xwedî hebûna mal a hevjînên xwe ya ji 3’yan 1’ê.  Emîly di gelek mijaran de dengê xwe bilind kir. Ji bo mafê hilbijartinê yê jinan jî xebitî û endama Koma Îmtiyazê ya Wekhev bû. Di encama xebata jinan ku Emîly jî têde di 1916’an de li Alberta mafê hilbijartinê yê jinan hat bidestxistin.
“Jin di têgeha ‘kes’ de cih nagirin”
1’ê Çileya 1916’an weke Dadgera Sulhê ya yekem dest bi peywirê kir. Di 1’ê Tîrmeha 1916’an de ji bo doza xwe ya yekem derket ser kursiyê. Parêzerê aliyê parastinê got rayeya Emîly tune ye bidarizîne. Hinceta wî jî ev bû ‘Jin di Qanûna BNA ya 1867’an de di têgeha ‘kes’ de cih nagirin. Dadgereke ku ne ‘kes’ rayeya wê ya darizandinê jî tune ye. Bi vê hincetê Emîly ji peywirê hat girtin. Di 1917’an de Dadgeha Bilind a Albert biryar da ku jin jî ‘kes in’.
Hedefa Emîly ev bû ku hukma jin ne ‘kes in’ bê rakirin û ji bo vê bû namzeta endama senatoyê û divê îspat bikira ku jin ‘kes in’. Bi 4 jinan re kampanya li dijî Qanûna BNA ya 1867’an da destpêkirin. 5 jinên ku doza ‘Persons Case’ yanî ‘doza mirovan’ da destpêkirin bi lez li welat belav bûn. 
Emîly û hevalên xwe di têgeha mirovbûnê de îsrarkirin û biserxistin
Piştî têkoşîna hat dayîn şûnde li hember jinê ku tevlî Senatoyê bibe astengî nema û di 15’ê Sibata 1930’an de Caîrîne Wîlson bû yekem jina senator. Emîly û 4 aktîvîstên jin bi ser ketin. Vê di civakê de jî bandorek mezin kir. Jinan bi têkoşîna xwe ketin hemû saziyan û hîna jî her sal meha Cotmehê Meha Dîroka ku Mirovbûna Jinan tê pîrozkirin.
Weke sembola serkeftina jinan bidestxistî cotmeha 1999’an li Parka Olympîc a Albertek, peykertiraş Barbara Paterson abîdeyek wê çê kir. Ji heman abîdeyê yek li Ottawa jî hat çêkirin. Navê vê abîdeyê jî Women Are Persons! (Jin mirov in) e.