Portreya Rojê: Pêşenga taxa Şêx Mexqusd Gulê Selmo

Gulê ya bi awayek xwezayî taybetmendiyên pêşengiyê pêrebûye di şerê Şex Meqsûdê de pêşengî kir. Bi ked û fedekariya xwe di ber parastina taxê de bû navek mayînde û tucarî neyê jibîrkirin.

Navenda Nûçeyan - Di sala 1961'an de li gundê Qitmê ya navçeya Şera ya Efrînê hatiye dinê. Gulê ya ji zarokatiyê ve xwedî taybetiya rêxistinkirin û pêşengiyê ji zarokên hevalên xwe re tim mînakbû hemû hevalên wê pê baweribûn ku tişta bixwaze dê teqez bike û bi ser bixe. Ev xesleta pêşengiyê wê di nava civakê de diyarker dihêle û timî jin li dora wê kom dibin. Ji ber wê jî bi despêkirina şoreşê re zorî nekêşa û di nava xebatan de pêşeng û li pêş bû.

Di nava xebatên Rêxistina Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star de cîh digire û hîn zêdetir bidildariyek mezin dixebite. Di pêvajoya şerê taxa Şêx Meqsud de jî bi heman dildarî û baldariyê jin û ciwanan rêxistin dike. Temenê wê 50 salîbû, di eniyên berxwedana taxê de bi ciwanan re bû û kelecana wê hêz dida derdorê.

10'ê Adara 2012'an li kolana 20 a taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê di encama êrîşa alîgirên rejîma Baasê de bi giranî birîndar dibe. Piştî berxwedana 3 rojan 13'ê Adarê di temenê 50 salî de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Dema welatiyên taxê agahiya windakirina Gulê Selma bihîstin gelek bandorbûn, xemgîniya xwe vegerandin hêzê û bi biriyardarî taxa xwe parastin. Bi dirûşma "Em ê tola Gulê hildin" û "Gulê Selmo namire" merasîmek li gorî ked û girêdana wê çêkirin.

Gulê Selmo li bajarê Helebê bi têkoşîna xwe bû efsane û zarokên 7 salî heta kal û pîrên 70 salî nasdikin û çîroka berxwedêr Gulê Selmo li wê herêmê bêmirinbûye. Di ketina taxê de wêneyê Gulê mezinkirine û her kesê despêkê bikeve taxê rastî wî wêneyî tê dizane ew yek ji sembolên tên nasîne.