Pirtûka Rojê: Lavinia

Romana binavê Lavinia sala 2008’an hatiye weşandin. Ursula K. Le Guin di romana xwe ya Lavinia de behsa jinek çeleng a di nava civakek mêrsalar de deng û gotinên wê hatine birîn, tenê bi mirina xwe hatiye nasîn û bibîrtîne anîne. Qehremana romanê ya navê wê li ser berga pirtûkê ye Lavinia yek ji wan jinên ku di dîrokê de neçar ma dibin siya zimanê ku ji aliyê mêran ve hatiye berhevkirin de bimîne û neyê nasîn. 
Nivîskar 
Ursula Kroeber Le Guin di sala 1929’an de li California ji dayik bû ye. Li zanîngehên Radcliff û Columbia edebiyat xwendiye. Di salên 1950’î de dest bi nivîsandina çîrok û romanên fantastîk kiriye. Yekemîn romana wê (bilimkurgu) di sala 1962 de hate weşandin. Ursula K. Le Guin heta sala 1974’an pirtûka Mulksuzler şeş romanên pevxistina zanistî nivîsî. Piştî vê dîrokê, dem bi dem çîrokên pevxistina zanistî dinivîse, lê bi piranî di romanên xwe de mijarên nîv realîst/nîv-fantastîk xebitiye. 
Le Guin ku kurteçîrok, gotar, helbest, pirtûkên zarokan û romanan çêdike, gelek xelatên edebî yên wekî Xelata Pirtûka Neteweyî, pênc Xelatên Hugo û pênc Xelatên Nebula, Xelata Kafka û Xelata PEN/Malamud wergirtiye. 22 yê Çileya 2018’an ti temenê 88 salî de li Oregon a DYE jiyana xwe dest da.