Pirtûka Rojê: Ji Rengan Mor

Romana bi navê  “The Color Purle” (Ji Rengan Mor) sala 1982 hatiye weşandin. Nivîskar mijarên weke nijatperestî, cudahiya nijadî û zayendî, muhafazekirî, mêranî û jinbuyînê girtiye dest. Ji ber naveroka xwe ya dewlemend gelek hat xwendin û wergerî gelek zimanên cuda hat kirin. Bi navê ‘Renklerden Moru’ wergerî zimanê tirkî jî hatiye kirin.
Roman hêjayî Xelata Pulitzer û Xelata Pirtûkan a Nevnetewî hatiye dîtin.
Derhêner Steven Spielberg ji nava romanê senariyoya filîmê bi heman navî derxistiye û sala 1985’an flimê bi navê  The Color Purple gihiştiye sînemayan. Di heman demê de bi şêwaza muzîkal jî hinek beşên pirtûkê hatiye nîşandan.
Alice Walker
Nivîskar, helbestvan û aktîvîsta Feminîst Alice Walker 9’ê sibata sala 1944’an di malbatek Afrîkayê de Ji nava heşt xwişk û bira yan a herî biçûk tê dinê. Hêjmarek zedê helbest, roman û çirok nivîsiye. Di sala 1960’an de weke aktîvista mafê mirovan bi Martin Luther King re xebitiye. Di heman demê de yekemîn jina li Afrika yê  Xeleta Pulitzer girti ye.