Pirtûka rojê: Hestên Xalî

Pirtûka duyemîn a helbestê ya nivîskar Muqades Agirî ya bi navê ‘Hestên Xalî’ ji hêla Weşanên Payîz ve hatiye çap kirin.
Nivîskar Muqades Agirî, di pirtûka xwe ya helbestan a ‘Hestên Xalî’ de mijarên wekî evîn, hesreta axê û zehmetiyên diyasporayê aniye ziman. Hestên Xalî, hestên hevpar ên hemû mirovan di xwe de dihewîne. Di aramiya risteyan de meriv dixwaze winda bibe demekî.
Helbestvanê, pêyîvên Serhedê bi temayên dewlemend, di helbestên xwe de neqş kiriye. Ji lewra peyîv û hevokên herêmî, tahmeke edebî dide helbestên wê. Di Hestên Xalî de dilovaniya jinan gelek zelal e. Hestên kûr û gur xwe dispêre çavkaniya xwe.
Di pirtûka Hêstên Xalî de mirov şopa çîrokên Kurdan dibîne.