Portreya Rojê: Di navbera Dicle û Firatê de Bêrîtan latek ji latên çiyayê Kizwanan e

Elya El-Îsa ya ku ji çiyayê Kizwanan e behsa destana Bêrîtan Cûdî a ku di 2'ê Cotmeha 2015'an de li çiyayê Kizwanan, di encama berxwedana li dijî DAIŞ'ê de şehîd bû kir û da zanîn ku ger zimanê latan hebûya wê wêrekî û berxwedana Bêrîtanê vegotana. Elya bilêv kir ku Bêrîtan latek ji latên çiyayê Kizwanan e û ji bo ku mîrasê şehîdên jin were parastin, pêwîstî bi têkoşîn û berxwedaneke giştî ya jinên cîhanê heye.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Li Rojavayê Kurdistanê û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi sedan ji destanên ku ji nifşekî derbasî nifşekî din bibin hene. Her destanek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e. Cîhan Ehmed bi nasnav Bêrîtan Cûdî, jineke ciwan ji navçeya Til Temirê ye û li vir çavên xwe li cîhanê vekiriye. Dibistana seretayî û navîn li navçeyê dixwîne lê bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, ji ber ku hestên welatparêziyê di hundirê wê de zêde bûn, bi rihê parastina axê ji çeteyan, dest ji xwendinê berdide û wekî yekemîn jin ji Til Temirê, tevli YXK'ê dibe. Bêrîtan di rojeke pir pîroz û bi nirx de ji gelê Kurd li Kurdistanê ku her sal wekî roja vejîna Kurdistanê, roja derketina ji tarîtiyê ber bi ronahiyê, pênase dike, hatiye cîhanê. Ew roja 15'ê Tebaxa 1985'an e. Yên ku di wê rojê de ji dayik dibin, mirovên pir bi şans in û bi derbasbûna salan de girîngî û wateya vê rojê nas dikin û pê re êdî rih û kêliyên jiyana xwe birêxistin dikin, da ku layiqî wê rojê bin û ji gelê xwe re bibin pira di navbera jiyan û mirinê de, ew pira ku wê gel ber bi ronahiyê û azadiyê ve bibe. Bêrîtan a ku di 2013'an de tevli refên YPG'ê dibe, wekî şervan û hem fermandar tevli şerê li dijî DAIŞ'ê dibe. Piştî 3 salan Çiyayê Kizwanan, ji aliyê şervanên YPJ/YPG, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Xabûrê ve tê rizgarkirin lê bi temamî ji şaneyên razayî nehatibû paqijkirin. 
Di berbanga 2'yê Cotmeha 2015'an de Bêrîtan tevî komek ji rêhevalên wê li gundê Xera ê Çiyayê Kizwanan destaneke nû dinivisînin. Şehadeta Bêrîtan Cûdî ku paşnavê xwe ji kurê apê xwe yê şehîd girtiye, bandor li jinên Çiyayê Kizwanan kir û her jinek êdî Bêrîtan bi berxwedaniya wê bihîstiye û nas dike. Ji bo ku em bêtir vê mijarê nas bikin, pêvajoya berî û piştî DAIŞ’ê, guhertina ku di civaka Ereb de rû daye her wiha bandora destana Ş.Bêrîtan ji jinên Çiyayê Kizwanan re, da ku ev mîras were parastin pêwîstî bi çi heye, me hevdîtin bi jina bi navê Elya El-Îsa re li ser Çiyayê Kizwanan kir. 
Di pêvajoya DAIŞ’ê de Çiyayê Kizwanan
Elya di destpêka axaftina xwe de pêvajoya ku jinan di serdema DAIŞ'ê de jiyane bi bîr xist û got: "Herêma Çiyayê Kizwanan jî para xwe ji êrîş û rûreşiya DAIŞ'ê girt, ji ber çeteyan gelek zext û îşkence li jinên Ereb kirin û gelek sûcên dijmirovî pêk anîn. Di ferhenga DAIŞ’ê de jin tune ne û divê ku tunebin jî û jin wekî ewrekî tarî pênase dikirin. Rê û derfet nedidan ku zarokên keç bixwînin û jin li gel bijîşkan xwe derman bikin. Li ser riyan, çeteyan bendên kontrolê çêdikirin, ger jinek derbas bûya û di rewşeke herî xeter de bûy jî di navbera jiyan û mirinê de, nedihiştin ku bighîje gel bijîşkan ango nexweşxaneyê. Mirina jinan ji ber çûyîna gel bijîşkan bû. Li gorî çeteyan, ol û îslamiyet di kinc û çarçefa reş de ye lê em xweş ola xwe ya îslamê nas dikin û dizanin çi guneh e û çi ne guneh e. Herêma me herêmeke çiyayî ye, jin her tim li derve ne, li deşt û newalan in, êzingan kom dikin, avê ji kaniyê tînin, pez diçêrînin û gelek karên din jî dikin. Ji ber vê yekê jî ya herî zêde barê jinan giran kiribû, lixwekirina kincên reş bû. Me hemû rengên êş û xeman, di hebûna DAIŞ'ê de li herêmê kişand. Di nava du salên ku çete li herêma me bûn, hemû derfetên xwendinê dest danîn ser, dibistan girtin û nehiştin ku nifşên nû ronî bibin û li rastiya xwe û dîroka xwe bigerin. Her tişta jinan xelet didîtin."
“Jina ku fêrî rêwîtiya çiya bûyî”
Elya bi kesereke kûr ji nava wê dertê da payin ku di hebûna DAIŞ'ê de tu demsal bi navê biharê nebû her tim payiz bû û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bihar! Di hebûna DAIŞ'ê de tu demsal bi navê biharê tunebû. Ji ber ku bihar nîşaneya jiyanê lê DAIŞ li dijî jiyanê ye. Di biharê de karên jinan zêde dibin û bêtir li nava zevî, çiya û newalan in lê ev yek nedihat qebûlkirin. Jina ku fêrî rêwîtiya çiya bûbû, di hundirê çar dîwarên malê de hatibû dorpêçkirin. Ji vê yekê zehmetir çi heye gelo? Ji mangeyek ber bi mangeyekê ve biçûya diviyabû sergirtî bûya, ger kesekî rûyê wan bidîta wekî ku sûc kiribin, dihat lêpirsînkirin û îşkence lê dikirin. Zagonekî ku jinan biparêze! DAIŞ li dijî jinan e gelo wê çi zagonê wê hebe ku jinan biparêze?
Tenê zagonekî wan hebû, li gorî wê zagonê jin xelet bû, hemû tiştên ku dikirin, nefesa ku dikşandin jî guneh û xelet bû."
Elya da xuyakirin ku bi hatina DAIŞ'ê re hîsiyata civaka rojhilatî û eşîrtî li dijî hebûna jinan heya astekê bilind bû û wiha pêl da gotinên xwe: "Civaka me civakeke zayendperest e her wiha civakeke ku şaş be ango rast be li gorî adetên civakî û yên eşîrtî dimeşe. Bi hatina DAIŞ'ê re, ev hîsiyata mêr li dijî jinan zêde kir. DAIŞ’ê hişmendiya mêr li ser jinan bihêztir kir û ev jî bi xwe şerekî kûr e ku bi salan nayê guhertin. Ji lewre her çiqasî DAIŞ’ê li derve zext li jinan dikir, mêran jî di hundirê mal de du qatî wê îşkence dikirin. Ji ber di civaka me de wiha hatibû naskirin ku jin tenê makîneya anîna zarokan e divê hemû daxwazên mêr ên cinsî pêk bîne û xwarin û vexwarinê çêbike."
“Ger zimanê latên Çiyayê Kizwanan hebûya dê wêrekiya Bêrîtan vegota” 
Elya wiha pêvajoya piştî DAIŞ'ê vegot: "Ger ku em behsa pêvajoya piştî DAIŞ'ê bikin divê ku destpêkê em hilperikên van çiyayan berxwedanî û destanên ku şervanên azadiyê, di oxira rizgarkirina wê de dan, bi rêzdarî bi bîr bînin. Berxwedana ku şervanan li vir kirin, ji kesekî ne veşartî ye û her kes berxwedaniya ku hat jiyîn divê ji xwe re bike bingeh. Ger em behsa destanan bikin, helbet em ê destana Bêrîtan Cûdî ku niha em li cihê ku şehîd bûye rûniştîne, bikin. Ger zimanê kevir û latên Çiyayê Kizwanan hebûye, wê her kevir û latek wêrekiya Ş.Bêrîtan vegota. Ji ber her kevirek ji van keviran şahidê sekna Bêrîtan li ser çiya û awirên wê yên kûr û dirêj ji çiya û jinan re, dike. Her jinek ji gundê Xera bîranînekî wan bi Ş.Bêrîtan re heye ku her kes wê bi dilnizmiya wê ya bi zarokan û mezinan re nas dikirin. Dibe ku ger berxwedana Bêrîtan û rêhevalên wê nebûya, em ê niha ne li ser van çiya bûna û me yê behsa vê berxwedana dîrokî nekiriba, berovajî wê em ê dîsa di bin zilma DAIŞ'ê de bûna."
“Kêliyên êrîşê bi wêrekiya Bêrîtan û Rêzan watedarbû”
Elya behsa berxwedana Ş.Bêrîtan di roja êrîşa DAIŞ'ê de kir û ev bîranîn anî ziman: "Li gorî ku me ji rêhevalên Bêrîtan bihîst, ruxmî êrîşên giran ên DAIŞ'ê bêrîtan dest ji çeka xwe berneda. Ruxmî ku birîndar bûbû lê ji hevalên xwe re digot: Heval hun vekişin, bila şehîd çênebin, ez li vir im, xeman nexwin, ez ê êrîşa wan têk bibim û nehêlim derbas cihê me bibin. Lê rêhevalên wê dest ji çeka xwe bernedan, gelek ji wan jî birîndar bûn. Şerê ku rojekê bi giranî berdewam kir, di encamê de êrîş hat şikandin, birîndar hatin derxistin û gihandin nexweşxaneyê her wiha Bêrîtan û Rêzan piştî berxwedaniyeke bêhempa û dîrokî, digihîjin asta şehadetê û wan ji wî cihê derdixin. Ji ber ku em hemû jî rastiya DAIŞ'ê nas dikin, ger jinek şehîd dibe bi cenazeyê wê temsîl dikin, wekî ku bêje wan serkeftinek bi dest xistiye. Ji lewre vekişandin qebûl nekirin heya ku rêhevalên wan xwe gihandin wan û ew rakirin."
“Bêrîtan latek ji latên Çiyayê Kizwanan e”
Elya got ku Ş.Bêrîtan ji jinên Çiyayê Kizwanan re latek ji latên Çiyayê Kizwanan e ku nediheje û ne tê şikandin û wiha pêde çû: "Bêrîtan lata Çiyayê Kizwanan e, ji ber ku lat her çiqasî çiya rastî şer û êrîşan tê, lat cihê xwe naguherîne, naheje û ne jî tê şikandin ji lewre em Bêrîtan wiha pênase dikin. Bi şehadeta Bêrîtan re, rihê berxwedanê di hundirê me de afirî. Da ku îro em jiyan bikin, bêrîtan canê xwe feda kir, ji ber wê jî îro Bêrîtan ji me re nimûne ye. Ji ber ku jinên Ereb ên vê herêmê, piştî rizgarkirina wan ji DAIŞ’ê û şehadeta rêheval Bêrîtan, bandoreke pir mezin di rêbazên jiyana wan de çêbû. Niha bi sedan jin di nava komîn, meclis, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser her wiha di nav xebatên xweser de jî cih digrin. Jin îro ji hemû wext û salan zêdetir, têkoşînê ji bo hebûna xwe dike. Jin êdî ketiye wê ferqê de ku çi li ser wê ye û çi jê tê xwestin, ji bo şoreşa ku jêre têdikoşe. Bêrîtan îro ji me re xetek e, em jî şopdarên xeta ku wê ne."
“Di meşa ber bi azadiyê ve, têkoşîneke hevpar pêwîst dike”
Elya bilêv kir ku meşa wan a ber bi azadiyê ve didome û wiha domand: "Ger ku em bêjin jinan xwe ji hemû qeyd û bendan rizgar kiriye û wekhevî bi dest xistiye, wê ne rast be û berxwedan wê raweste. Lê, têkoşîna jinan ên ku ketine ser riya azadiyê didome, di kesayeta xwe guhertinan diafirînin û hişmendiya civakê bi xwe re didin guhertin. Taybet li Çiyayê Kizwanan, hişmendiya baviksalarî û hişmendiya eşîrtî gelekî serwer e û hişk e lê ruxmî vê yekê jî jinan dikaribû destkeftiyên pir mezin bi dest bixin. Ji ber ev gavên ku jinan avêtiye û guhertinên rû dane, di nava civakê de ev gotin: "Xwezî bi wan rojên DAIŞ û serweriya wê li ser jinê bûye", heya niha tê bihîstin. Di vir de kîna mêr li hemberî jinên ku têdikoşin diyar dibe. Ji lewre têkoşîneke hevpar bi mêr û demdirêj jî tê xwestin ku em bikaribin vê nêrînê bidin guhertin."
“Hedefa yekemîn vîna jinên rêxistinkirî ye”
Elya di berdewama axaftina xwe de behsa êrîşên ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin kir û got di asta yekemîn de jin hedef e û wiha domand: "Yekem hedef ji êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vîna jina birêxistinkirî ye. Ji lewre êrîşên ku niha li dijî herêmê ji Şehbayê heya Eyn Îsa û Til Temirê rû didin, daxwaz jê ew e ku hişmendiya dewletê û ya mêr ji nû ve bihêztir bikin û bûyerên qetilkirina jinan zêde bikin."
“Werin em bi hev re destkeftiyên jinan biparêzin”
Elya got ku îro berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê malê hemû jinên cîhanê ye û pêwîstî pê heye ku ev destkeftiyên şoreşê werin parastin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Da ku em bikaribin xwedî li nirxê şoreşê û şehîdên ku canê xwe kirin mertal, derkevin pêwîstî bi têkoşîneke hevpar a jinan li ser asta cîhanî heye. Îro berxwedana jinên Rojava berxwedan û têkoşîneke cîhanî ye, ne tenê li ser asta herêmê ye. Îro berxwedana me, ji bo rûmeta jinên cîhanê ye, ne tenê ji me re ye. Ez bang li tevahî jinên cîhanê û rêxistinên jinan dikim ku îro têkoşîna me têkoşîna wan e û ji bo ku em destkeftiyên jinan biparêzin û mayinde bikin divê ku piştgiriyê bidin me."