Nahîda Şêx Selam: Jina ku ji dibistanê gihîşt navenda siyaseta Kurd

Ev jina ku li dibistanê zarok perwerde dikirin, piştre xwe gihand cihê ku jin di navenda siyaseta Kurd de jî xwedî deng bin.

Navenda Nûçeyan – Di dîroka Kurd de gelek jin hene ku navên wan di nav pelên dîrokê de kêm hatine nivîsandin, lê jiyana wan bêdeng derbas bûye. Ew jinên ku dibistan vekirin, zarokan perwerde kirin, ziman û çanda xwe parastin, kovar û rojname nivîsîn, rêxistin ava kirin û li qadên siyasî dengê xwe bilind kirin. Dîroka jinên Kurd tenê dîroka berxwedan û şer nîne, ew dîroka pênûs, zanîn, perwerde, rêxistin û hêviya jiyanê ye jî.

Gelek jinên li seranserê Kurdistanê, di demên ku deriyên dibistanan li ber rûyê wan girtî bûn de, bi hêza xwe rê li ber keçên din vekirin. Hin ji wan mamoste bûn, hin nivîskar, hin rêxistinvan û hin jî di nav tevgerên siyasî de cih girtin. Lê gelek ji wan, piştî ku sal derbas bûn, ketin nav siya dîrokê.

Yekem jina ku li Silêmaniyê baxçeyek zarokan vekir

Îro em li ser jiyana Nahîda Şêx Selam radiwestin, jina ku ji polên dibistanê dest pê kir û rêya xwe heta navenda jiyana siyasî û rêxistina jinên Kurd vekir. Çîroka wê çîroka jinekê ye ku bawer dikir perwerde dikare deriyên ku dîrokê li ber jinan girtine, veke. Nahîda Şêx Selam di sala 1922’an de li Silêmaniyê ji dayîk bû. Keça mezin a helbestvan û kesayetiya siyasî Şêx Selam Şêx Ehmed bû. Xwendina xwe ya destpêkê li Silêmaniyê û Helebcê domand û di sala 1941’an de Enstîtuya Mamosteyên li Bexdayê qedand. Piştî wê, bû mamosteyek û ji bo belavkirina xwendinê û nivîsandinê dixebitî. Li gorî çavkaniyan, Nahîda Şêx Selam yekem jina ku li Silêmaniyê baxçeyek zarokan vekir bû. Wê di dersên xwe de stran û kilamên neteweyî jî digot û bi vê rêyê zarokan bi çanda xwe re nêzîk dikir. 

Yek ji damezrîner û serokên Yekîtiya Jinên Kurdistanê bû

Lê jiyana Nahîdayê tenê bi mamostetiyê ve nehat sînordarkirin. Ew ji ciwaniya xwe ve ket nav karên siyasî û di sala 1939’an de beşdarî Partiya Hîwa bû. Di salên piştre de jî di çend rêxistin û tevgerên siyasî yên Kurd de cih girt û di avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê de rol lîst. Di sala 1960’an de li kongreya 5’emîn a PDK’ê, ew wek yekem jina ku ket Komîteya Navendî ya PDK’ê hate hilbijartin. Di heman demê de, Nahîda Şêx Selam ji damezrîner û serokên Yekîtiya Jinên Kurdistanê bû. Ji ber çalakiyên xwe yên siyasî, gelek caran rastî sirgûniyê û neçarbûna koçberiyê hat. Nahîda Şêx Selam her wiha bi pênûsa xwe jî di nav çalakiya civakî de bû. Wê di rojname û kovarên Kurdî de bi navên “Keça Kurd”, “N.S.” û “Dayîka Roj” nivîsî.

Nahîda li Hewlêrê, di 28’ê Mijdara 2006’an çû ser dilovaniya xwe û li Girê Seywanê ya li Silêmaniyê, li cem bavê xwe hate veşartin.

Nahîda Şêx Selam yek ji wan jinên Kurd e ku ji perwerdehiya zarokan dest pê kir, rê li ber jinan di siyaseta Kurd de vekir û bi nivîs û rêxistinê dengê xwe domand. Ev jina ku li dibistanê zarok perwerde dikir, piştre xwe gihand cihê ku jin di navenda siyaseta Kurd de jî xwedî deng bin.